Di karesata Soma de ji her mirinekê re 25 sal ceza

Di karesata Soma de ji her mirinekê re 25 sal ceza

Di fezlekeya Serdozgeriya Komarê ya Soma ya têkildarî karesata kana komirê li Soma ku 301 kesî jiyana xwe ji dest da, ji bo her mirinekê ji her bersûcekî girtî re 25 sal ceza hat xwestin.

Di çarçoveya lêpirsîna der barê karesata kana komirê ya 301 kesî jiyana xwe ji dest da, Serdozgeriya Komarê ya Soma, di fezlekeya ku amade kir, ji bo her mirinekê xwest ji bo 8 kesên girtî di navbera 20 û 25, ji kesên negirtî tên dadgehkirin ji bo 8 kesan ji sisêyan yek bê zêdekirin, di navbera 2 û 15, ji bo 29 kesan jî di navbera 2 û 15 salan ceza were birîn.

Li navçeya Soma ya Manîsa di karesata kana komirê ya 13’ê Gulanê de 301 karkerî jiyana xwe ji dest dabû, piştî bûyerê di lêpirsîna hat destpêkirin de ji 36 kesên hatibûn binçavkirin 8 kes hatibûn girtin.