Di hilbijartinên Îranê de Hesen Rohanî bi ser ket
Di hilbijartinên Îranê de Hesen Rohanî bi ser ket
Di hilbijartinên Îranê de Hesen Rohanî bi ser ket
Di hilbijarinên Serokkomariyê yên Îranê de Hesen Rohanî yê yê ji aliyê reformîstan ve dihat destekkirin ji sedî 50,68’en dengan girt û bi ser ket. Bi serketina Rohanî re hat gotin ku desthilatdariya “muhafezekar” a 8 salan bi dawî bûye.
Wezîrê Navxweyî Mustafa Muhemmed Najar, encamên dawî yên Hilbijartinên 14’ê Hezîranê aşkere kir. Di hilbijartinan de ku wek yek namzetê reformîst beşdar bibû Rohanî bi ser ket. Li gorî encaman, Rohanî 18,6 milyon deng ku ji sedî 50,68’ê dengan dike di tura yekemîn de bi ser ket. Hat diyarkirin ku, ji 50 milyon hilbijêran ji sedî 72,7’an çûne ser sindoqan.