Di hilbijartinên Erdogan de faktora Ewropayê!

Ewropa van salên dawî di hilbijartinên Tirkiyeyê de bû xwedî faktoreke girîng. Beriya 1’ê Mijdara 2015’an wêneyên Merkel ên bi Erdogan re, ji bo piştî 7’ê Hezîranê hat wateya desteka AKP’ê, 16’ê Nîsanê qedexeyên li Ewropayê jî ji Erdogan re bûne deng.

Di serî de li Elmanyayê li gelek welatên Ewropayê zêdebûna hilbijêran bala desthilatdariya AKP’ê kişande ser xwe, di sala 2012’an de ji bo ku hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê û Kurdistanê jî bikaribin dengê xwe bidin yasa guherandin. Piştî ku welatên mîna Elmanya jî çav jê re şikand, 2014’an ji bo hilbijartina serokkomariyê cara pêşî li derveyî Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî sendoq hatin danîn.

Hilbijêrên li derveyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wê demê ji bo ku bi pergala randewûyê deng didan rêjeya wan a tevlêbûna li hilbjartinê di bin 10 ji 100’î de ma. Lê piştî tecrûbe û guherînan, tenê bi şertê ku qeyda wan li “Kutuka Hilbijêran a Derveyî Welat” karîbûn dengên xwe bi kar bînin rêjeya hilbijêrên ku dengê xwe didin zêdetir bûne û ev hilbijêr hem ji bo partiyên muxalîf û hem ji bo desthilatdariya AKP’ê bûne xwedî roleke girîng.

AXAFTINA DAWÎ YA ERDOGAN A LI ELMANYAYÊ..

Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de dêhn û bal çû ser dengên li derveyî Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê. Erdogan bi sifetê serokkomariyê ji bo ku kampanyaya hilbijartinê ya AKP’ê rê ve bibe, beriya hilbijartinê bi mehekê çû Elmanyayê. Erdogan 10’ê Gulana 2015’an li Karlsrûyê bang li nêzî 10 hezar kesî kir û ev bû axaftina dawî ya Erdogan a li Elmanyayê.

Wê demê yek ji kesê ku bal kişandî ser hilbijêrên li Elmanyayê Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bû. Demîrtaş di xebatên hilbijartinê de, yên li Elmanya bi rengekî germ hate pêşwazîkirin her wiha siyasetmedarên Ewropî jî bala xwe dane ser Demîrtaş. Ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê nêzî 3 milyon hilbijêr ji 54 welatan deng dan û di nav partiyan de partiya ku di rêza duyan de piraniya dengan standî bû HDP.

AKP 50 ji 100’î yê dengan standibû, HDP 21 ji 100’î,  CHP 15 ji 100’î û MHP jî 9 ji 100’î yê van dengan standibû. 200 hezar dengên ku ji hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî hatibû standibûn hem ji bo ku HDP bendê derbas bike û hem jî ji bo zêdebûna parlamenteran bû xwedî roleke girîng. Ji ber ku dengên li derveyî Kurdistanê û Tirkiyeyê li bajaran hate belavkirin û wiha li ser partiyan dihate nivîsîn.

LI BER SIHA MERKEL HILBIJARTINA 1’Ê MIJDARÊ…

AKP 7’ê Hezîranê nekarî ku bi serê xwe hikûmetê ava bike û ji bo 1’ê Mijdarê biryara hilbijartina pêşwext dabû. Di demeke wiha de ku meşrûiyeta AKP’ê dihate nîqaşkirin Tirkiye bi carekê re deriyê sînor ê Yewnan û Bulgar vekiribû û di nav çend rojan de nêzî milyonek koçberî xwe li sînorê Ewropaya Rojava dabû.

Li gorî hinan rejîma Erdogan beriya 1’ê Mijdarê ji bo ku dest û pî li Ewropayê girêbide ev tişt kiribû. Jixwe piştî vê Erdogan bi rengekî vekirî gelek caran bi gotina “Binerin em ê deriyê sînoran vekin” gef li welatên Ewropayê xwaribû. Pêla koçberan ku Ewropa behitandibû wiha karîger bû ku dikarîbû li Ewropayê hikûmetan ji qoltixên wan bike. Serokwezîra Elmanyayê Angwela Merkel ji bo ku barê Yewnanistan, Macaristan û Avûstûryayê sivik bike deriyê welatê xwe piraniya wan ji Sûriyê, Iraq û Efxanîstanê li koçberan vekiribû.

Lê zor li Merkel dibû. Di nav çend hefiyan de nêzî milyonek koçber xwe li sînorên Elmanya da. Li ser vê serokwezîra Elmanyayê 18’ê Cotmeha 2015’an xwe avête qesra Erdogan a li Stenbolê.

Ew wêneyên ku Merkel beriya hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an bi du heftiyan li qesra Erdogan dabûn, ji rejîma AKP’ê re ku bi têkçûna 7’ê Hezîrajê re hejijî dibû  “simîda jiyanê”. Piştre Merkel ji bo ku pêşî li pêla penaberan bigire tim li bara rejîma Erdogan ji ya xwe hate xwarê. Merkel guh neda rexneyên “dostê dîktatoriya Erdogan” û di navbeyna 2015-2017’an de 6 caran li deriyê rejîma Erdogan da.

LI SER PENABERAN SERDEMA BAZARÊN GENÎ

Di serdemeke wiha ku hê xweliya li ser hovitiya li jêrzemînên Cizîrê li erdê bû, 18’ê Adara 2016’an peymana penaberan a YE-Tirkiyê ku bi pêşengiya Merkel hatibû hazirkirin, hate danîn. Merkel guh nedida gotinên ji welatên wê bilind dibû, yên bi rengê, “Serê xwe ji şertê Erdogan re netewîne”. Di partiya pêşî de rêveberiyên Brûksel-Berlînê 3 milyar Eûro dane Enqereyê. AKP’ê ev pere ji bo ku desthilatdariya xwe xurt bike bi kar anîn.

16’Ê NÎSANÊ DERÎ LI ERDOGAN Û TÎMA WÎ HATE GIRTIN!

2’yê Sibata 2017’an Erdogan bi qasî ku bikaribe bang li Merkel bike ku biçe qesra li  Enqereyê kontrola Merkel bi dest xistibû. Merkel dîsa xwe avête Tirkiyeyê, piştî 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeye, ku bi deh hezaran mirov hatibû girtin û binçavkirin çû qesra Erdogan.

Erdogan dixwest 16’ê Nîsanê dîktatoriya xwe mîsoger bike, Merkel jî dixwest 24’ê Îlonê cara çaran were ser kursiyê serokwezîrtiyê. Erdogan û Merkel bi krîzên çêkirî hewl didan ku dengan ji bo xwe peyda bikin. Ji ber ku pêdiviya Erdogan bi îmaja ‘’dijminatiya li Elmanya’’ û ya Merkel jî, ‘’Serê xwe li dîktatorekî mîna Erdogan dihejînim’’ hebû.

2’yê Adara 2017’an mîtîngên referanndûmê yên li Gaggenau û Kolnê yên AKP’ê ku wezîr wê tevlê bibûna hatin qedexekirin. Hikûmeta Merkel rasterast ji rejîma AKP’ê re negot, ‘’em we naxwazin’’, qedexe li ser arîşeya ewlehiyê vegot. Balkêş e ku heman rojê Wezareta Navxwe ya Elmanya ji eyaletan re giştîname şand û gelek ala û sembolên PYD’ê, YPG’ê û gelek saziyên Kurd qedexe kir.

Qedexeyên mîtîngên AKP’ê piştî Elmanya li gelek welatên Ewropayê, li Avûstûrya, Hollanda, Belçîka, Swîsre, Swêd, Danîmarkayê belav bû.

FRANSA Û INGILTERE 16’Ê NÎSANÊ HELWESTÊN CUDA NÎŞAN DAN!

Di mijara referanduma 16’ê Nîsanê de hemû welatên Ewropayê ne xwedî yekdengî bûn. Mînak axaftina Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu ya li Elmanya û Hollanda hate qedexekirin lê 12’ê Adarê li Metzê ya Fransayê bi destûra rêveberiya Parîsê axivî. Her wiha piştî bi dek û dolaban di 16’ê Nîsanê de AKP’ê ‘erê’ derxist, Ingiltereyê guh neda rexneyên YE û THEW (Teşkîlata Hevkariyê a Ewlehiya Ewropayê) û welatê pêşî ku rejîma Erdogan pîroz kirî.

Dema referanduma 16’ê Nîsanê nêzî 3 milyon hilbijêr li li derveyî Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê çûne ser sendoqê. Ji van hilbijêran nêzî 1 milyon û 430 hezarr jê li Elmanya dijîn. Di dengdana 16’ê Nîsanê de li gorî 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê nêzî 15 ji 100’î zêdetir hilbijêr çûne ser sendoqê û ji van 63 ji 100’î got ‘erê’ û 37 ji 100’î got, ‘na’. Tê payîn ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi taybetî li Elmanyayê zêdetir hilbijêr biçin ser sendoqê.

HDP BI GEL RE Û AKP BI SAZIYAN RE DIXEBITE!

Ji ber sedema ku îtîrazên li Kutuka Hilbijêrên Derveyî Welat heta 12’ê Gulanê didomin hê zelal nebûye bê ka çend hilbijêr hene. Lê tê payîn ku vê hilbijartinê hijmara hilbijêran ji 3 milyonî derbas bike. Bi taybetî ji bo ku Erdogan di tûra pêşî de di bin 50 ji 100’î de bimîne dengên li Ewropayê pir girîng in.

Lê weke ku di hilbijartinên dî de kirî, vê carê jî rejîma AKP’ê sefaretxaneyan, mizgeftên bi ser diyanete ve, balyozxaneyan, saziyên lobiyên yên mîna UEDT’yê, ji ber tifaqa bi MHP’ê re komeleyên nîjatperest, komên faşîst ji bo 24’ê Hezîranê dide xebitandin.

HDP jî ya ku ji bilî Elmanyayê li Fransa, Ingiltere, Swîsre, Swêd û hwd. gelek hilbijêrên wê hene, ji bilî Kurdistaniyan hemû gelên li Ewropayê ji bo xebatên hilbijartinê seferber dike. Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya ku bi tevlêbûna gelek nûnerên sazî û rêxistinên çar hêlên Ewropayê pêk hatiye, ji bo ku HDP bi ser bikeve rêxistiniya kampanyayan dike. Dirûşma Koordînasyonê ya ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê wiha ye: ‘’Em ê bi ser bikevin..’’