Di hevpeymana Barzanî û Erdogan de îmze ne hatin avêtin

Di hevpeymana Barzanî û Erdogan de îmze ne hatin avêtin

Nêçîrvan Barzanî yê ku ji bo îmzekirina hevpeymana gaza xwezayî û petrolê hatî Enqereyê hevdîtina wî a bi Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan re bi dawî bû. Lê îmze ji piştî serdana Erdogan a Hewlêr û Bexdayê re hatin hêlan.

Di hevdîtina ku 3 saetan berdewam kir de xeta boruyên petrolê û gaza xwezayî hatin destgirtin lê li gorî jêderên Serokwezîriyê ragihandî hevpeyman ne hatiye îmze kirin.

Hat gotin ku Erdogan dixwase destpêkê Iraqê û piştre jî Hewlêrê ziyaret bike.

TRAFÎKA DÎMLOMASÎ DI NAVBERA ENQERE-BEXDA Û HEWLÊRÊ DE

Tevgerên diplomatic yên rojên dawî di navbera Enqere-Hewlêr û Bexdayê de bal dikişîne. Rêveberiya Enqereyê ku li gel rêveberiya Hewlêrê hevdîtinan pêk tîne di aliyê din de hewildide ku aloziyên di navbera wan û Malikî yê li Bexdayê de kêm bike.

WÊ DI BORIYÊN XETÊ DE 16 MILYAR DOLAR PETROL BI HERIKE

Hikûmeta AKP’ê li pey derbazkirina Petrol û gaza xwezayî ya Başûrê Kurdistanê ku di ser Tirkiyê re derbixwe bazirganiya Cîhanê û ji bo di xizmeta xwe de bi carbine.

Tirkiye bi 11 milyar dolaran îharacatê ku piştî şirîkê xwe yê yekem Elmanya hewildide ji şirîkê xwe yê duwem li gel rêveberiya başûr heyî, hevpeymana enerjiyê bi dawî bû.

Tê payin ku di boriyên xetê de sale 16 milyar dolar petrol bi herike.

HEVPEYMANA SALANE A 10 MILYAR GAZA XWEZAYÎ

Wê gaza xwezayî di 2015’an de bê.

Hejmara hatina gaza xwezayî tê payin ku di salê de bigehe 10 milyar dolaran.

Li Kurdistanê pareyên van gazên xwezayî û petrolê ka wê di bin rêveberiya kîjan welatî debin mijara nîqaşê ye.

DYE dixwaze pareyên petrol û gaza xwezayî ya Başûrê Kurdistanê di banqayên xwe de bi hilgire. Rêveberiya AKP’ê jî ji ber ku wê bibe xwediyê xeta petrolê dixwaze pareyan di banqeyên Tirkiyê de bin ku…..

Rêveberiya Malikî a Bexdayê ji hevpeymana Başûrê Kurdistanê û Enqereyê bi fikare.

Ji ber ku banqa yan jî banqeyên ku vî pareyê he bixwe di qaseyên xwe de ji ber di salê de petrola ku tê payin sale fiyetê 16 milyar dolar be wê payek mezin ji vî parey bigirin.

Ev reqemên ku çavan birsîtir dikin, sedemê bi hevre tevgerîna PDK’ê û AKP’ê yên li ser yek bingehê siyasî û aborî dide nîşandan.

Çavnêrên siyasî AKP hewildide PDK’ê di pêvajoya çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê de dixwaze weke alikarê xwe bi cih bike û hewildide ku pêvajoya li Rojava bixwe di bin kontrola xwe de.