Di hevkariya Dadgerî-MÎT'ê de belgeya şok

Di hevkariya Dadgerî-MÎT'ê de belgeya şok

Di nivîseke MÎT'ê ya ji bo Serokwezaretiyê de derket holê ku dadgerê biryara guhdarîkirina rojnamevanan bide, berê tên diyarkirin. Di belgeyê de têkiliya îstîxbaratvan û dadgeran de bi gotina "...li gorî xwezahiya karên servîsa nepenî, hatiye fêmkirin ku di çarçoveya koalîsyona bi dadgehên haya wan ji nepenîtiya vî karî hene, hatiye tetbîqkirin" hat pênasekirin.

Li Tirkiyê di mijara têkiliya navbera dadgerî û yekîneyên îstîxbaratê de îdîayên şok hatin bilêvkirin. Li gorî belgeyek ji aliyê rojnameya Cûmhûriyetê ve hat aşkerakirin, MÎT biryara dadgehê ya ji bo guhdarîkirina li hin mirovan, ji dadgerên diyar ve werdigire. Di belgeya ji aliyê Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan ve ji Serokwezaretiyê re hatiye şandin de hat gotin: "...li gorî xwezahiya karên servîsa nepenî, hatiye fêmkirin ku di çarçoveya koalîsyona bi dadgehên haya wan ji nepenîtiya vî karî hene, hatiye tetbîqkirin."

Nivîsa mijara gotinê, di pêvajoya wergirtina destûrê ji bo guhdarîkirina li rojnamevanên li Tirkiyê derket holê. Telefonên rojnamevan Yasemîn Çongar, Mehmet Baransû, Markar Esayan, Amberîn Zaman û Mehmet Altan, bi nasnavên sexte yên mîna "Pastor, Elîzabeth û Arashî Qûarzad, Çaşit, Hossaîn Seyfûlah û Qûaramaddîn Fatîmî" hatin guhdarîkirin. Guhdarîkirin ji 30'ê Cotmeha 2008'an heta 4'ê Mijdara 2009'an dewam kir. Biryarên ji bo van guhdarîkirinan diviyabû, bi periyodên cuda ji aliyê 11. û 14. Dadgehên Ceza yên Giran ên Stenbolê ve hatin dirêjkirin.

Bi aşkerabûna bûyerê re kesên li wan hat guhdarîkirin, giliyê wezîfedarên îstîxbaratê kirin. Lê belê piştî krîza 7'ê Sibatê ya bi bangkirina li Şêwirmend Hakan Fîdan ji bo li Dozgeriya bi Erka Taybet a Stenbolê îfade bide Qanûna MÎT'ê hat guhertin û ji bo îstîxbaratvanek were lêpirsîn, şertê destûra serokwezîr hat danîn.

Dozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo li îstîxbaratvanan lêbipirse, ji serokwezîr destûr xwest. Di nivîsa ji bo lêpirsîna îstîxbaratvanan dozgeriyê ev sedem destnîşan kir; "Serokê herêma Stenbolê ya MÎT'ê û wezîfedarên rêxistinê yên xwedî nivîsa agahiyê, tevî ku mexdûrên gazinker ti sûc nekirine, ji ber ku dizanibîbûn dozgeriya komarê û dadgeh dê destûra pêwîst a şopandinê nede wan û di wê baweriyê de bûn ku ev karê ew dikin derveyî qanûnane, ji bo van kesan navên sexte afirandine, mîna ku sûcekî sîxuriyê dişopînin atmosfereke derxistine holê, di ser de ji bo hin mexdûrên gazinker du caran biryara guhdarîkirinê hatiye dirêjkirin û ji bo heman nûmarayên telefonê bi nasnavên cuda careke din daxwaz kirine...wezîfedaren mijara gotinê di ewraqan d sextekarî kirine, nepenîtiya agahî û jiyana taybet binpêkiine û wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bikar anîne."

Di vê nuqteyê de nivîsa Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan a ji bo Serokwezaretiyê dikeve dewreyê. Nivîsa ji çar rûpelan a 7'ê Gulana 2013'an rêbaza nû ya guhdarîkirinê li Tirkiyê, spardeyên wê, fonksiyona Serokwezîr a di vê mijarê de, têkiliya navbera îstîxbaratvan û dadgeran bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Di nivîsa bi îmzeya Hakan Fîdan de sedema danîna nasnav jî wiha hat ravekirin: "Li gorî hikmê 'di xebatên der barê wezîfeyê de prensîp û teknîkên nepenî dikarin werin bikaranîn' a li gorî madeya pêwendîdar a Rêvebernameya Berpirsyarî, Erk û Wezîfeya Damezrîna MÎT'ê ya b, mora Serokwezîr ket meriyetê, qesta xapandina dadgehê nîne, berevajî li gorî, xwezahiya karên servîsa nepenî, hatiye fêmkirin ku di çarçoveya koalîsyona bi dadgehên haya wan ji nepenîtiya vî karî hene, hatiye tetbîqkirin, di nivîs û biryarên dadgehê de jî ji xwe bi awayekî zelal hatiye ravekirin ku ev yek navên kod e, lewma behsa sextekariya di ewraqên fermî de nayê kirin..."

Şêwirmendê MÎT'ê Fîdan ji Serokwezaretiyê ragihand ku sûcên dozgerî dişopîne "ne li gorî huqûqê ne" lewma xwest, der heqê lêpirsîna îstîxbaratvanan de destûr neyê dayîn. Serokwezîr Tayyîp Erdogan jî di çarçoveya nêrîna Fîdan de destûra lêpirsîna îstîxbaratvanan neda. Bi vî rengî pêşî li darizandina wezîfedarên îstîxbaratê hat girtin.