Di gulebarandina leşkeran de zaroka 7 salî Ela jiyana xwe ji dest da

Di gulebarandina leşkeran de zaroka 7 salî Ela jiyana xwe ji dest da

Li sînorê Kilis-Efrînê bi hinceta ku guh nedane talimata bisekine,  leşkeran gule li komekê barand zaroka 7 salî ya bi navê Ela Şik Nayif jiyana xwe ji dest da.

Ji ber şerê li Sûriyeyê komeke Rojavayî an Suriyeyî ku koçî Stenbolê kiribûn û dixwestin careke din vegerin welatê xwe, hatibû Kilisê û xwestin sînor derbas bikin.

Leşkerên li gundê Oylum li dewriyê digerin, gule barand ser komê û di encama gulebarandina leşkeran de zaroka 7 salî Ela Şik Nayif birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Bavê wê, Bekrî Şik Nayif da zanîn ji bo vegerin welatên xwe ji Stenbolê hatibûn Kilisê.