Di greva birçîbûnê ya girtîgehan de rewşa dawî
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehan di roja 63’an de berdewam dike. Li girtîgehan 300 girtî çalakiyê didomînin.
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehan di roja 63’an de berdewam dike. Li girtîgehan 300 girtî çalakiyê didomînin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê ku bi daxwazên, ‘’Rabûna tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rabûna dorpêça li ser gundan û dawîlêhatina binpêkirina mafan a li girtîgehan’’ dest pê kirî, bi berbelavî berdewam dikin. Greva birçîbûnê li Şakranê kete roja 63’yan û li gelek girtîgehan jî kete roja 50’î. Li gorî Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) li 33 girtîgehan bi kêmanî 300 kesên girtî û cezaxwarî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Girtiyên ku li Şakran T2 ji 15’ê Sibatê ve di koma pêşî ya greva birçîbûnê de ne : Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mustafa Akar, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Murat Duran, Kasim Ozdemir û Erhan Aryuz.
Ên di koma 6’ê Nîsanê de: Zekî Yîgit, Tanju Yildırim, Cahît Ayaz, Şahîn Aslan, Yakup Guneş, Mahmut Aba, Adnan Kiliç, Cemal Gunsel, Mehmet Degirmencî, Faruk Kara, Ramazan Atabey û Mehmet Yavuz.
ŞAKRAN
Li Şakranê beşa T-3 kesên ku ji 15’ê Sibatê ve di grevê de ne: Zana Yatkin, Îhsan Balkaş, Ozgur Guçlu, Ozkan Yaşar û Aslan Îlhan.
Ên ku ji 5’ê Nîsanê ve di grevê de ne: Suat Gurbuz, Mehmet Umîr, Ismaîl Genç, Murat Durak û Halîs Ural.
Dîsa ên ku ji 10’ê Nîsanê ve tê de ne: Fettah Yildirim, Irfan Ogur, Murat Aydin, Mîkaîl Çagrisi, Rojhat Jirelman, Hayatîn Engîn û Ibrahîm Erkiliç.
ŞAKRAN, GIRTÎGEHAN JINAN
Li Şakranê Girtîgeha Jinan çalakiya 7 jinên girtî berdewam dike.Yên ku di koma 22’ê Sibatê de ne: Hurriyet Dogan, Mahsume Şedal, Cîhan Asî, Meryem Soylemez û Derya Moray.
Ên ku di koma 6’ê Nîsanê de ne: Hafîze Toprak û Ebrû Guden.
ŞAKRAN T-4
Ên ku 1’ê Adarê beşa T 4 li Şakranê ketine grevê: Abdullah Aksu, Yusuf Ozdemîr, Ronî Yavuz, Muhammed Birû, Şîvan Bîlîk, Ahmez Azad Hacîhemû, Nayif Yargin, Veysî Kaya.
Ên ku 2’yê Adarê dest pê kirin: Devran Makans, Hasan Kasim, Enver Ahmet, Serkan Şahîn, Mehmet Emîn Dag, Veysî Yakar û Kamûran Nas.
Ên koma 3’yan: Roger Tîrêj Ozalp, Tuna Aydin, Omer Akdaş, Onur Cem Ertemûr û Abdullah Onul.
SÎNCAN
Li Sîcanê, girtîgeha Jinan greva 16 girtiyên jin didome. Ên ku koma 23’yê Sibatê de ne: Sosin Şengul, Jiyan Ateş, Nîlûfer Şahîn, Fatma Gokhan, Leyla Uyanik, Şivekar Ataş û Reyhan Kavak.
Ên ku di koma 3’yê Nîsanê de ne: Sedef Demîr, Elîf Çetînbaş, Şehrîban Zugurlu, Şehrîvan Çoban, Şîlan Çetîner, Zeynep Sîpçik, Bînnur Yildiz, Rojda Enez, Berrîn Sari.
Greva birçîbûnê ya li Tekîrdag Tîpa T a 10 girtiyan ij 8’ê Adarê ve didome. 10 girtiyên ku li Girtîgeha Wanê Tîpa T’yê dest bi grevê kirin 16’ê Adarê mişextî Tekîrdagê kirin. Girtiyên ku mişextî Tekîrdagê hatin kirin li wir jî greva xwe domandin.
Navê girtiyên ku di grevê de: Mahsûm Yuksekbag, Abdullah Aydin, Mesût Yabalak, Yunus Konak, Dilgeş Yaşar, Kerem Karagoz, Îlyas Yorgun, Ganî Kaya, Taner Aslan û Ismaîl Berka.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ ROJ BI ROJ BELAV BÛ
Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ji 15’ê Adarê ve Sînem Oguz, Fatîme Demîr, Nurşen Tekîn, Aycan Ozdogan û Saadet Akin di grevê de ne.
Li Erzîncan Tîpa T jî ji 15’ê Adarê ve greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome. Navên çalakgeran: Yİlmaz Gunay, Salîh Kaya, Murat Bakir, Omer Tutuş, Mahmut Bugrahan, Zulkuf Ortaç, Ramazan Durman, Savci Yildiz, Hikmet Karakuş, Hakan înce, Alaatin Demîr, Adem Karadenîz û Sedat Akin.
Li Girtîgeha Bolu Tîpa F’yê ji 27’ê Adarê ve grev didome. Yên ku di koma pêşî de ne: Mehmet Nûrî Taniş, Mehmet Îlgan, Huseyîn Yildirim, Mahmût Ballkai, Nevzat Ozturk, Fahrettîn Kocakaya, Mehmet Tarik Dagtaş, Azîz Yalçin, Kenan Karaaslan û Fethî Oktay.
Di koma 2’yê de ku 11’ê Nîsanê dest pê kirin ev kes hene: Recep Bekir, Alî Dalaban, Mahmut Yamalak, Savaş Barik, Suphan Delen, Murat Çetîn Kaya, Murat Satilmiş û Ozkan Kart.
Li Sêrtê Tîpa Te jî ji 29’ê Adarê ve greva birçîbûnê didome. Ên ku di grevê de ne: Sevîm Ekîn, Şerîf Gongen, Zekeriya Seven, Zekîn Cengîz, Yavuz Odumlu û Mustafa Gunduz.
Li Girtîgeha Entalya Tîpa L jî 2 girtî ji 30’ê Adarê ve û koma duyê 30 girtî jî ji 15’ê Nîsanê ve di grevê de ne. Navê çalakgerên di grevê de : Gurbet Ozturk, Hacîre Çay, Kasim Benek, Ferîdun Demîr, Ozkan Aslan, Erkan Yaşar, Muzbah Acar, Emrah Salhan, Mehmet Aktaş, Şervan Yİlmaz, Emrullah Çah, ŞerafettÎn Dogan, Emre Can Demîr, Şemsettîn Edem, Rezan Cengîz, Ramazan Memîş, Ferhat Kaya, Mazlum Efe, Tuncay Çîçek, Sezar Ozkan, Yildirim Temel.
Navê 11 girtiyan nehat peydakirin.
Li Girtîgeha Hatayê 11 girtî ji 1'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mûglayê, 6 girtî ji 1'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Ji van girtiyan navê Kamûran Dogan zelal bû, navê 5 girtiyên din nehate zelalkirin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Kepsût a Balikesîrê 10 girtî ji 3'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne.
4 girtî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Duzceyê ji 4'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne. Girtiyên di grevê de ne ev in: Yilmaz Çelîk, Suleyman Benzer, Aydin Akiş û Mehmet Erbay.
Girtiyên ji 4'ê Nîsanê û vir ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Ceyhanê di grevê de ne ev in: Bûrhan Çelîk, Mehmet Taç û Mazlûm Erdem. Di koma duyemîn de jî 4 girtî roja 14'ê Nîsanê ketin grevê.
Li Girtîgeha Girtî Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê, 6 girtî di 10'ê Nîsanê de ketin greva birçîbûnê. Girtiyên di grevê de ne ev in: Ahmet Altay, Sînan Koyûncû, Recep Kaya, Sedat Aydin, Înan Akin û Hasan Mûhammed Îbîş.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê, 2 girtî di 4'ê Nîsanê de, 3 girtî di 10'ê Nîsanê de û 6 girtî jî di 14'ê Nîsanê de ketin greva birçîbûnê.
Navê girtiyên di grevê de ne: Mûart Aslan, Metîn Ayna, Serfînaz Demîrel, Zeynep Erdem, Leyla Aşkan, Sevda Arcan, Sevgî Akagunduz, Cîhan Oner, Delîla Roj Erkmen, Neslîhan Çetîn û Nûrcan Ersoz.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Menemenê Hasan Acar, Cengîz Atsiz, Abdulkadîr Kap û Îmam Ozer ji 5'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan Tîpa M a Gebzeyê Zelîha Kocaman, Zeynep Taşgîr, Ozlem Soyler, Şehnaz Şahîn, Rûşen Erdem, Newroz Bozkûrt û Bêrîvan Erol ji 5'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Sîlîvriyê ji 5'ê Nîsanê û vir ve Mûhammet Ahmed, Îshan Tuzun, Mûhlîs Emîn Altay, Ekrem Gun, Egît Bîlge, Ercan Ûgûrlû, Selman Golbaşi, Ganî Çelîk, Zafer Saglam û Firat Kayalidag di grevê de ne.
LI BANDIRMA, EDENE, KIRIKLAR Û ELEZÎZÊ BELAV BÛ
Li Girtîgeha Bandirmayê 21 girtî ji 5'ê Nîsanê û vir ve di greva birçînbûnê de ne. Girtiyên di grevê de ne ev in: Emîr Yuce, Mûrat Kepenek, Mehmet Emîn Yildirim, Kerem Bûdak, Engîn Okûtûcû, Maşallah Eren, Yûnûs Uuşumuş, Agît Yilmaz, Şahîn Geges, Abdullah Kaya, Metîn Gezen, M îkaîl Bîlgîn, Hamza Altûn, Şeyhmûs Can, Cîhan Ûbraş, Kamîl Îzgî, Fesîh Taş, Yûsûf Serhat Bîlgîs, Hasan Abît, Umît Agirbaş û girtiyê bi paşnavê Taş ku navê xwe nehat hînbûn.
Li Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê Enes Adlim, Nezîr Guneş, Fehmî Yavûz, Guven Sûvarîogûllari û Îsmaîl Çevîk ji 10'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne.
Li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê Yaprak Taşçi û Nazli Soglîn ji 7'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê ji 7'ê Nîsanê û vir ve dewam dike. Metîn Keleş, Şahîn Tan û 3 girtiyên navên wan nehate hînbûn di grevê de ne.
Koma yekemîn a li Girtîgeha Tîpa F Hemmara 1. a Kandirayê di 8'ê Nîsanê de tevlî greva birçîbûnê bû ji van girtiyan pêk tê: Zekî Yildirim, Ûtkû Sutun, Cezmî Kartal, Zennûr Durdî û Îbrahîm Kaya. Sona Mengutay jî di 10'ê Nîsanê de tevlî grevê bû.
Li Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê, Ayten Tîkît û Zeynep Kiyar ji 8'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne.
5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ji 10'ê Nîsanê, 2 girtî jî ji 12'ê Nîsanê ve di grevê de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Dîlokê Omer Yîgît, Ozgur Îsnaç, Muslum Kaya, Ahmet Saraç û Suleyman Kaya ji 10'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne.
8 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê ji 11'ê Nîsanê û vir ve di grevê de ne.
2 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Alanyayê ji 11'ê Nîsanê ve di grevê de ne.
LI 4 GRTIÎGEHAN 16 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê Nesrîn Akgul, Şîlan Okût, Ece Gokdag, Esma Başkale û Zozan Çîçek ji 10'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê Rojhat Aydin, Mehmet Yîgît, Sînan Sayik, Mert Sonmez û Mehmet Ogûr ji 11'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Eskîşehîrê 3 girtî ji 13'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Meletiyê 3 girtî ji 14'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne.
LI SAMSÛNÊ 11 GIRTÎ EV 18 ROJ IN DI GREVÊ DE NE
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Vezîrkopru ya Samsûnê 11 girtî ji 1'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.