'Di girtîgehan de 130 girtiyên nexweş ên rewşa wan lezgîn hene'
'Di girtîgehan de 130 girtiyên nexweş ên rewşa wan lezgîn hene'
'Di girtîgehan de 130 girtiyên nexweş ên rewşa wan lezgîn hene'
Berdevkê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Edene Nejat Okay diyar kir ku, girtiyên nexweş ên di girtîgehan de di navbera jiyan û mirinê de ne, 412 girtiyên nexweş hene ji wan rewşa 130 girtiyan gelek lezgîne.
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Edene bi armanca balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Edene daxuyanî da çapemeniyê. KESK, HDK, HDP, Malêngel, komeleyên elewiyan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankartên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Ji tecrîdê re na" hatin vekirin û slogana "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hate qîrkirin.
Berdevkê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Edene Nejat Okay diyar kir ku, ew berxwedana Taksîmê silav dikin û êrîşa polîsan şermezar kir. Okay anî ziman ku, bi dehan girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê di nokteyekî di navbera mirin û jiyanê de ne û wiha got: "Zagona di makezagonê de ya dema dermankirina wan di şertên girtîgehê de nemimkun be derve bên dermankirin divê bêbikaranîn. Birêz Serokomar heke rayeya xwe ya madeya 104'an bikar bîne hewcehî bi Rapora Saziya Tipa Edlî namîne."
Okay destnîşan kir ku, şertên girtîgehê kesên saxlem jî nexweş dike û ligel vê yekê girtiyên nexweş di girtîgehê de tên girtin gelek rîsekî cîddî ye. Okay da zanîn ku, di pêvajoya aştiyê de agahiyên pevçûn û mirinan nayên û divê siyasetmedar serê xwe rakin û berê xwe bidin girtîgehan û wiha got: "Li gorî raporên ÎHD'ê di girtîgehan de 412 girtiyên nexweş hene. Ji wan rewşa 130 girtiyan gelek lezgîne û disa 230 girtî jî rewşa wan girane. Em bang li hemû kesên şiyar dikin ku têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê bilind bikin. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan."
Piştî daxuyaniyê slogana "Bila girtiyên nexweş serberst bên berdan" hate qîrkirin û çalakî bi dawî bû.