Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Di Girtîgeha Patnosê de girtiyên jin bi saetan girêdayî hatine sekinandin

Di Girtîgeha L ya Patnosê de gardiyanên mêr, girtî Mîzgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer girê dane û çar saetan di odeyê de sekinandine.

Girtiyên siyasî Mîzgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ku di Girtîgeha L ya Patnosê de tên ragirtin, 31’ê Tebaxê îtîraz li hatina ji bo jimartinê ya gardiyanên mêr dikin û dibêjin nabe ku mêr bikevin cihê jiyana taybet a jinan. Dortira roja bûyer diqewime, jin dixwazin ku dozgeriyê bibînin lê daxwaza wan tê redkirin.  Hema bibêje 40 jin ji bo protestokirina bûyerê ku qewimiye,  li deriyan dixin. Gardiyan nêzîkê saetekê jinan derb dikin. Li gor agahiyên hatine wergirtin, girtî bi çar saetan di odeyê de girtî hatine hiştin.

MIDÛRAN GEF LI JINAN XWARINE

Midûrên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn ên rêveberiya girtîgehê jî bi çar saetan li ser serê jinan sekinîne. Li gor agahiyên hatine wergirtin, midûrê yekemîn gef li jinan xwariye, gotiye: ‘’Hûn yên ji der ve bi pirsgirêkên li vir bihisînin wê rewşa ev be.’’

GAVA SEWQKIRINA NEXWEŞXANEYÊ JÎ ÊŞKENCE LI GIRTIYAN HATIYE KIRIN

Hat ragihandin ku gava jin birine nexweşxaneyê jî heta siwarkirina li wesayîtan bi porê wan girtine û bi xwe re kişandine û destên wan ters kelemçe kirine. Li gor gotinên girtiyan, li nexweşxaneyê baş li girtiyan nehatiye nihêrtin û gef li wan hatiye xwarin ku careke din tu çalakiyan nakin.

DI DER BARÊ GIRTIYAN DE KU ÊRÎŞ PROTESTO KIRIYE, DEST BI LÊPIRSÎNÊ HATIYE KIRIN

Hat zanîn ku girtiyên mêr ji bo protestokirina êrîşa li girtiyên jin li deriyan xistiye û di der barê hemûyan de dest bi çar lêpirsînên dîsîplînê yên cuda hatiye kirin.

DIYAR E KU ÊŞKENCE TÊ KIRIN

Li gor ragihandina parêzer ku di girtîgehê de serdan li jinan kiriye, şaneyên derbê yên li ser canên girtiyan, diyar e ku êşkence tê kirin.