Di foruma KESK’ê şîdeta polîsan hat şermezarkirin

Di foruma KESK’ê şîdeta polîsan hat şermezarkirin

KESK’ê bi şîara ‘Tirkiyeyek demokratîk, azad, wekhev, pêşerojeke bi ewle û jiyanek mirovane’ li Guvenpark forumek pêk anî. Sekreterê Giştî yê KESK’ê Îsmaîl Hakki Tombul axivî û got di nava rojê polîsan tund êrîşê wan kiriye û êrîş şermezar kir.

KESK ji çar aliyê Tirkiyeyê bi çar milî ve meşiyan Enqereyê û li ber wezareta Ewlehiya civakî û Xebatê daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê xwestin bimeşin Guvenpark. Lê li Bulvara Celal Bayar rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan destur neda girse bimeşe û bi gaza îsotê û TOMA’yan êrîş kirin. Piştre girseyê dawî li meşa xwe anî.

KESK’ê di saetên êvarê de li Guvenparkê forum pêk anî. Sekreterê Giştî yê KESK’ê Îsmaîl Hakki Tombul di forumê de axivî û diyar kir ku berxwedana bi parqa Gezî dest pê kir, hêrs û kîna 11 salan a li dijî AKP’ê bû.

Tombul got 4 roj seranser bi hezaran kîlometre rê hatine û got: “Em ji bo mafê bi mîlyonan kesî meşiyan. Di mehên pêş de em dê her derê Tirkiyeyê biguherin qada çalakiyan.” Tombul êrîşa polîsan tund şermezar kir û got polîsan mafên wan yên demokratîk bi barîkatan asteng kiriye.

Piştî axaftinê derbasî forumê bûn.