Di fabrîkaya Kîmyayê de teqîn: 4 birîndar
Di fabrîkaya Kîmyayê de teqîn: 4 birîndar
Di fabrîkaya Kîmyayê de teqîn: 4 birîndar
Di encama teqîna li fabrîkaya kîmyayê ya li Tekîrdagê de 4 kes birîndar bûn. Rewşa birîndarekê girane.
Piştî teqîna li fabrîkaya Akpa ya Kîmyayê ya li navçeya Mûratli ya Tekîrdagê rû da de şewat derket. Di encama şewata derketî de Mûrat Tarcan, Mûstefa Çîçek, Halîl Zûrnaci û personelek yê îtfayê yê navê wî nehate zanîn birîndar bû. Agirê ku di qismê Depoyê de derket, di encama mudaxeleya yekîneyên îtfayê yên ji navçeya Mûratli ya navçeyên derdor hatîn, di nava 2 demjimêran de xistin bin kontrolê. Ji karkeran Mûstefa Çîçek ji ber ku di bedena wî de şewatên giran rû dane, hate hînbû ku sewqî Stenbolê kirin.