Di Eurovisionê de jinên Kurd ji bo Ocalan îmze komkirin

Di Eurovisionê de jinên Kurd ji bo Ocalan îmze komkirin

Di pêşbirka starana Eurovision ku li bajarê Malmo yê Swêdê pêkhat, jinên Kurd di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, îmze komkirin.

Bi hezaran kesên ku ji welatên cûda yên Ewroapyê hatin bajarê Malmo, eleqeyek mezin nîşanî kampanya îmzeyê dan. Jinên ku bi sedan îmze komkirin, weke din jî di derbarê rewşa Ocalan û asta ku pirsgirêka Kurd hatiyê ji beşdarvana re vegotin. Keça Kurd ya 10 salî Ronya ya li gel çalakvana jî beşdarvana pir keyfa xwe pê anîn.