Di êrîşa polîsan de 20 xwendekar hatin binçavkirin

Di êrîşa polîsan de 20 xwendekar hatin binçavkirin

Komek xwendekarên zanîngeha Ege û Dokuz Eylulê yên Îzmirê bi boneya komkujiya Reyhanli ya Hatayê şermezar bikin xwestin çalakiyê pêk bînin. Koma xwestin ber bi avahiya Rêxistina AKP'ê ya Konakê ve bimeşin rastî êrîşa polîsan a hişk hatin. Di êrîşa polîsan de heri kêm 20 xwendekar hatin binçavkirin. Hin xwendekar jî di êrîşa polîsan de birîndar bûn.

Komek xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê û Egeyê, bi boneya êrîşa li Reyhanli pêk hat û herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest da şermezar bikin xwestin heta avahiya AKP'ê ya Konokê meşekê pêk bînin. Xwendekarên ku li ber Sumerbanka berê kom bûn, ber bi avahiya AKP'ê ya Konakê ve dest bi meşê kirin. Komê di meşê de siloganên "Gelê Reyhanli ne bi tenê ye" û "Qatil DYA û hevkar AKP" qîr kirin.

Di meşê de welatiyan jî piştgirî da xwendekaran. Kom piştî gihiştin ber AKP'ê silogan qîr kirin. Xwendekaran li vir daxuyanî dan û hêk avêtin avahiya AKP'ê û polîsan. Li ser vê yekê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kir. Di êrîşa polîsan de hin xwendekar birîndra bûn. Polîsan herî kêm 20 xwendekar binçavkirin. Welatiyên bertek nîşanî êrîşa li ser xwendekaran dan, rastî lêdana polîsan hatin.

Dema xebatkarên çapemeniyê xwestin dîmenan bikişînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan destûr nedan ku ambulans xwendekarên birîndar bibin nexweşxaneyê. Xwendekarên ku hatin biçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneyê Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Ataturkê û piştre birin Şaxa TEM'ê ya Bozyakayê.