Di êrîşa întîxarî ya li Bexdayê de herî kêm 25 kes mirin

Di êrîşa întîxarî ya li Bexdayê de herî kêm 25 kes mirin

Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama êrîşeke întîxarî ya li parkekê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çalakgerê întîxarî, roja Înê saet di 21.00 ê herêmê de, li parkeke li Taxa Qahîreyê, bombeyên li ser xwe pêçandibû teqand. Li gorî rayedaran, di bûyerê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, 36 kes jî birîndar bûn.

Çend saet beriya vê êrîşê, di êrîşên li bajarên Şîna Dûceyl, Hîlla, paytext Bexda û bajarê Mûsilê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî bîlançoya AFP'ê, di nava 8 mehên îsal de 3 hezar û 580 kesan di bûyerên tundiyê yên li Iraqê de jiyana xwe ji dest dan. 

Di vê navberê de rayedarên Iraqî dan xuyakirin ku li bakurê welêt, berpirsyarê Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam ku baskê El Qaîdeyê yê Iraqê ye, li gel 6 endamên El Qaîdeyê girtine. Lê belê di daxuyaniya Fermandariya Leşkerî ya Bakur de der barê nasnameya berpirsyarê El Qaîdeyê de agahî nehat dayîn.