Hêzên Îranê êrîşî kolberan kir: 2 birîndar
Di êrîşa hêzên Îranê de kolberek li sînorê Qendîl yek jî li sînorê Newsud, bi giranî birîndar bûn.
Di êrîşa hêzên Îranê de kolberek li sînorê Qendîl yek jî li sînorê Newsud, bi giranî birîndar bûn.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, di 5’ê Mijdarê de di encama êrîşa hêzên dewleta Îranê de 2 kolber birîndar bûne.
Hat ragihandin ku kolberê bi navê Cebar Razî yê xelkê gundê Koles Xwarû ya ser bi bajarê Serdeştê, li sînorê Qendîlê di encama êrîşa hêzên Îranê de bi giranî birîndar bûye. Hate gotin ku Cebar ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneya Pîranşarê.
Hat diyarkirin ku kolberê bi navê Eseed Fîruzbex jî yê xelkê bajarê Ciwanro, li sînorê Newsud di encama êrîşa hêzên Îranê de bi giranî birîndar bûye.