Di erdheje de zirarên mezin gihişte gundên navçeya Çad û Çêrme

Di erdheja bi pileya  5.7 a li navçeya Kanîreş a Çewlîgê pêkhatî de, li hinek gundên girêdayî navçeya Çad a Erziromê û navçeya Çêrme ya Çewlîgê zirarek mezin derket holê.

Piştî erdheja duh a ku bi pileya 5.7 li navçeya Kanîreş a Çewlîgê pêkhatî heta niha ji 200’î zêdetir erdhejên biçûk pêkhatine. Bi erdheja ku pêkhatî re gelek avahiyên li gundê Elmalî yê girêdayî navçeya Çêrme ya Çewlîgê xira bûne. Li gundê ku ji 13 malan pêktê ligel malan koxan jî zirar dît. Piştî erdhejê ji bo heywanên ku di bin xirabeyan de mabûn xebata lêgerîn û xilaskirinê hat destpêkirin.

Li gel vê hat diyarkirin ku li gundikê Derabî a gundê Sobeçayir ya girêdayî navçeya Çad a Erziromê gelek malen kerpiç xirabûne, beşek jê jî zirar dîtine.