Di erdheja li Îranê de 30 mirî, 800 birîndar
Di erdheja li Îranê de 30 mirî, 800 birîndar
Di erdheja li Îranê de 30 mirî, 800 birîndar
Li Îranê di erdheja li bajarê Buşehr ya ku tesîsên nuklerê lê heyî rûdayî de herî kêm 30 mirin û 800 kes jî birîndar bûn.
Erdhej li qesabeya Kakî ya dikeve başûrê rojhilatê bajarê Buşehr ku 106 kîlometreyan dûrî bajare û tenê santrala nuklera Îranê lê heye 12 kîlometreyan bin erdê rûda.
Li gorî malpera fermî ya Îranê ÎRNA’yê erdheja pêla wê 6.1 zirar nedaye santralê nuklerê, lê belê bû sedemê windahiyên can û mal. Li gorî nûçeya ku ÎRNA’yê pesartî çavkaniyên nexweşxaneyê heya niha 20 kesan jiyana xwe ji dest daye û 800 kes jî birîndar bûne.
Erdheja ku li herêmek berfireh hate hîskirin, diltirsî heye ku hêjmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Ji eyaletên cîranên bajarê Buşehr yekîneyên lêgerîn û rizgarkirinê hatin şandin, her wiha gel li cihên vekirî dimînin.