Di erdheja Îranê de 37 mirî, 860 birîndar

Di erdheja Îranê de 37 mirî, 860 birîndar

Di erdheja li herêmek çiyayî ya dikeve başûrê Îranê rû dayî de hêjmara miriyan giha 37’an û 860 kes jî birîndar bûn.

Erdheja ku roja Sêşemê 89 kîlometre dorû bajarê Buşehr ku navenda wê li Bandarê pêla wê 6.1 rûda, li gorî daneyên ku rayedaran îro dayîn, hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn giha 37’an û birîndar jî 860’in.

Rayedarên Îranê nûçeyên weke ji ber sedema erdhejê santrala nuklerê ya li bajarê Buşehrê zirar dîtiye derewandin. Midurê projeya santralê Mehmûd Caferî da diyarkirin ku, santral li hemberî erdhejên pêla wan 8 hatiye çêkirin. Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî (AIEA) piştrast kir ku, santrala li Buşehr ku 100 km dûrî cihê erdhejê ye jê bandor nebûye.

Di vê navberê de dawî li operasyonên rizgarkirinê jî hat. Serokê Heyva Sor ya Îranê Mehmûd Muzafer gogt; “operasyonên rizgarkirinê bidawî bûn, ji ber ku di bin xirabeyan de tu kes nîne.” Li gorî çapemeniya Îranê di erdhejê de nêzî 800 mal xirab bûne.

Îran li ser xetên sîsmîk yên fayê ye. Li welat gelek erdhejên mezin çêbûne. Di salên dawî de erdheja herî mezin li bajarê Bam yê dikeve başûrê welat di Kanûna 2003’an de rû da. Di vê erdhejê de 31 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, bi wateyek din sedê 25’ê şêniya bajar nema.