Di doza xwendekaran de kes nehat berdan
Di doza xwendekaran de kes nehat berdan
Di doza xwendekaran de kes nehat berdan
Teqîna ku li tuwaleta Zankoya Stenbol a bi bandorekî biçûk çêbûyî û piştî şerê li saluna zankoyê derketî şûnde, di doza ku 6 jê girtî di rûniştina doza ku li ser 13 xwendekarî hatî destpê kirin de kes ne hat berdan.
Teqîna ku di tuweleta Zankoya Stenbolê de çêbûyî û di raporê de ti delîlên ku teqîn çêbûye ne hat nîşandan ku li gel şerê li Salûna Beyazitê çêbûyî jê hatî berpirsgirtin, di derbarê 13 xwendekarên zankoyê ku 6 jê girtî doza hatî destpê kirin rûniştina 4. a dozê li 23. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Di dozê de xwendekarên girtî li gel parêzerên wan tevlî bûn. Di rûniştina dozê de parêzerên xwendekarên hatîn girtin daxwaza lêkolînkirina tuweleta teqîn lê pêk hatî kirin. Her wiha daxwaza lêkolînkirina tevgerên xwendekarên ku tê îdiakirin teqîn pêk anîne a di dema teqîna li tuweletê de ku di kamereyan de ka guman hene yan ne ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve bê lêkolînkirin ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Heyeta mehkemê ya ku daxwazên parêzeran a ji bo xwendekarên girtî redkir, biryara rewşa girtî a 6 xwendekaran dewam bike û rûniştina dozê taloxî 14’ê Adarê kir.