Di doza rojnamevanan a 'KCK' de 1 berdan

Di doza rojnamevanan a 'KCK' de 1 berdan

Di doza ku rojnamevan tên dadgehkirin de heyeta dadgehê ya biryara navber da, biryara tehliyekirina nûçegihana DÎHA Nîlgun Yildiz da. Heyeta dadgehê biryara berdewam kirina girtinê ya hemû rojnamevanên din da.
8’emîn rûniştina doza “Komîteya Çapemeniyê ya KCK”ê ku 20 jê girtî 46 rojnamevan ên dadgehkirin bi dawî bû. Heyeta dadgehê biryara tehliyekirina nûçegihana DÎHA Nîlgun Yildiz da û bi sedema “Gumana zêde ya sûc” û "Gumana revê” tehliyekirina rojnamevanên din red kir. Her wiha heyeta dadgehê bi sedema sînorên parastinê derbaskirinê der barê rojnamevan Sultan Guneş Unsal û Zeynep Kuray gilî kir.
Doz taloqî 13,14’ê Çileyê hat kirin.