Di doza rojnamevan de sosretiyên dozger!
Di doza rojnamevan de sosretiyên dozger!
Di doza rojnamevan de sosretiyên dozger!
Di rûniştina doza çapemeniyê de bi giştî 46 rojnamevan tên darizandin, parastina bi Kurdî ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Di îdîanameya rojnamegeran de Aydin Erdem û Ceylan Onkol ên hatin qetilkirin hêj weke "Şaredar" cih digirin. Herwiha ji bo nûçeyên nûçegihana ANF'ê Zeynep Kuray jî hate gotin ku 'Dewletê di zorê de dihêle'.
4'emin beşa 3'yemîn rûniştina doza 33 jê girtî 46 rojnamegerên Kurd ên li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tên darizandin, îro berdewam kir. Di rûniştina îro de daxwaza parastina bi Kurdî hate redkirin. Dîwana Dadgehê jî sedema redkirina parastina bi Kurdî neqedandina xwendina îddîanameyê nîşan da.
Rojnameger Yuksel Genç a ku serê sibê tevlî rûnişîtinê nebûyî pişt nîvro tevlî rûniştinê bû. Di îdîanameya 3 rojin tê xwendin de tesbîtên dozgeriyê balê dikêşin.
Di îdîanameyê de nûçeyên Nûçegihana ANF'ê Zeynep Kuray ên têkildarî îşkence, çekên kîmeyvî ên li hemberî HPG'ê hatin pêk anîn û welatiyên Kurd ên ji aliyê dewletê ve hatin mexdurkirin ji aliyê dozgeriyê ve "Dewletê di zorê de dihêle welatiyên kurd teşvîkî çalakiyan dikin" hate nirxandin.
'NÛÇE ÇÊNEKIRIYE, TENÊ TEVLÎ ÇALAKIYAN BÛYE'
Kuray a ku ji ber nûçeyan çûye çalakiyan weke "tevlî çalakiyan bû" hate nirxandin. Derbarê Guneş Unsal a ku demekê di beşa îngîlîz ya DÎHA'yê de dixebitî jî tevlîbûna wê ya di salên 1988 û 1990'an de a 1'ê gulanê di îdîanameyê de cih girtin. Di îdîanameyê de Unal, "Bi şaredarên BDP'ê Aydin Erdem û Ceylan Onkol re hevdîtin pêk anî û hevpeyvîn kir" cih girt. Weke tê zanîn ku Aydin Erdem û Ceylan Onkol ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin.
Di rûniştina sibê de dê parêzer biaxivin. Herwiha di dawiyê de dê heyeta dadgahê biryara xwe navbarê eşkerê bikin. Parêzerê rojnamevanan Ramazan Demir derbarê de dozê de van agahiyan da ANFê: "Sibê daxwaza me ya derbarê serbestbardanê de dê nirxandin. Dadgeh hewl dide hemû astengan derxe pêş berê."