Di doza Ozgur Gundemê beraat hate dayîn

Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn ên ku ji ber hevgirtina rojnameya Ozgur Gundemê dihatin darizandin, derbarê wan biryara beraatê hate dayîn.

Hevseroka TÎHV’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fincanci, Nûnerê Rojnamegerên Sînorneas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû û rojnameger Ahmet Nesîn ên ku ji ber ku tevlî kampanyaya rojnameya Ozgur Gundemê ya ‘Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar’ bûbûn, doz li wan hatibû vekirin.

Fincancî diyar kir ku wan li hemberî zextên li ser rojnameya Ozgur Gundemê, piştgiriya xwe diyarkirin û ew sûcdarîyan qebûl nake.

Serokê dadgehê diyar kir ku, şertên sûc pêk nehatiye û derbarê hemû bersûcan biryara beraatê da.