Di doza Narîn Guran de biryara navberê hate eşkerekirin
Di danişîna doza têkildarî qetilkirina Narîn Guran hatî vekirin de, dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya her 4 bersûcan bidome û doz taloqî 26’ê kanûnê kir.
Di danişîna doza têkildarî qetilkirina Narîn Guran hatî vekirin de, dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya her 4 bersûcan bidome û doz taloqî 26’ê kanûnê kir.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin. Danişîna ewil a doza qetilkirina Guran li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Danişîn 3 rojan berdewam kir û li bersûcan û şahidan hate guhdarîkirin.
Di lêpirsînê de bersûc û şahidan îfadeyên hevnegirtî dan. Bersûc û hinek şahidan gotin ku di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab hatine. Gelek pirsên têkildarî mirina Narînê nehatin besivandin. Di îfadeyan de piranî peyvên “Nizanim” û “Nayê bîra min” derketin pêş. Malbata Guran û xizmên wan Nevzat Bahtiyar sûcdar kirin. Bahtiyar jî malbata Guranê sûcdar kir.
Di danişînê de dozger daxwaza domandina rewşa girtî ya dayik Yuksel Guran, kek Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar kir.
Dadgehê piştî parastinan biryara xwe ya navberê da. Dadgehê biryar da ku daxwaza tevlîbûnê ya Arîf Guran û wekîlê wî qebûl dikin, tevlîbûna Baroya Amedê qebûl dike, wekîl li UYAP’ê bên zêdekirin, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî tevlî bibe. Her wiha daxwaza ku Baran Guran weke gilîker tevlî bibe jî red kir. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya her 4 bersûcan bidome. Danişîna dozê taloqî 26’ê kanûnê hate kirin.