Di doza Kumrularê de teklîfa ‘şahidê veşarî’
Di doza Kumrularê de teklîfa ‘şahidê veşarî’
Di doza Kumrularê de teklîfa ‘şahidê veşarî’
Di 20’ê îlona 2011’an de li cadeya Kumrular a Enqereyê teqîn pêk hatibû û di doza ku der barê bûyerê de diome, Halîl Bayikê tê darizandin di parastina xwe de got: “Di dema binçavkirinê de polîsan ji min re got em dê di dosyayê de wek şahidê veşarî di dosyaya KCK’ê de bikarbînin. Gotin; emê te estetîk bikin û ji te re karekî peyda bikin. Gotin; ji me re sîxuriyê bike.”
Doza der barê teqîna li cadeya Kumrular a Enqereyê pêk hat û di bûyerê de 5 kesî jiyana xwe ji dest da 6’emîn danişîn awê li 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Danişîna dozê ku 19 kes têde dihatin darizandin de, kesên girtî yên bi navê Umît Akgumuş, Fethullah Yîgît, Ertan Yurek, Ramazan Pamukçî, Halîl Bayik û gumanbarê ne girtî Mursel Pamuk û parêzer tevli danişînê bûn.
Di danişînê de Halîl Bayik bi navbeynkariya wergervan parastina xwe bi kurdî kir. Bayik da zanîn ku beriya doz destpê bike ji aliyê polîs û dozgeran ve sûcdar hatine îlankirin û got: “Îdianame bi gotinên polîsan hatiye amadekirin. Dema polîs tê gotin, kesên baş, kesên ku mirovan diparêze tê hişê mirovan, lê dema mirov li îdianameyê dinêrin polîsê para-mîlîter tê hişê mirovan.
Bayik da zanîn ku çenteyê bombeyê ku di trenê de bi wî re hatiye girtin, ne aydê wî ye û got: “Dema xwediyê wî çenteyê nehat dîtin, ji bo xwediyê wî bibînin, ketin hewldanan. Şîdeta psîkolojîk li min kirin. Xwestin ez bêjim çente yê min e. Gef li min xwarin. Polîs numareyeke telefonê nivîsî û xist bêrika min. Yên ku di trenê de hatin girtin hemû kurd bûn. Kurd ji xwe sûcdar tên qebûlkirin. Sedema girtina min paşnavê min û kurdbûna min e.
Bayik got; Dema ez hatim binçavkirin, polîsan ji min re got ger tu sûc qebûl bikî, emê te di dosyaya KCK’ê de wek şahidê veşarî bikarbînin. Gotin emê te estetîk bikin û bi nasnameyek nû kar ji te re bibînin. Ji min re gotin, sîxurtiyê bike. lê min ev qebûl nekir. Ez bê sûcim. Tahliyeya xwe dixwazim.
Parêzerên gumanbaran jî diyar kriin ku divê doza Kumrular û doza ku di Guney Ekspresê de temenî hatiye dîtin ji ve bên veqetandin û daxwaza tahliyeya muvekîlên xwe kir.
Dozgerê komarê Mustafa Bîlgîlî biryara domandina girtina wan kir. Her wiha gumanbar Umît Akgumuş jî axivî got li girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê dema bi malbatên xwe re tên cem hev 8 cîhazên guhdarîkirinê li maseyê hatine bicihkirin. Akgumuş got der barê vê de serlêdan kirine û ji wan re gotine ji ber biryara dosyaya teqîna Kumrularê vê guhdarîkirinê dikin.
Heyetê daxwaza ji heveqetandina doza Kumrular û Guney Ekspresê red kir.