Di doza KCK’ê ya Êlihê kesek hat berdan

Di doza KCK’ê ya Êlihê kesek hat berdan

Danişîna doza ku 25 kesên ku jê 9 girtine û bi îdiaya ku endamê ‘Meclisa Bajar a Êlihê ya KCK’ê ne’ doz lê hatibûn vekirin, yek jê hat tahliyekirin.

Li Êlihê piştî hilbijartinên giştî yê 12 hezîranê bi îdiaya ku endamên meclisa bajar a KCK’ê ne der barê 9 jê girtî 25 kesan de doz hat vekirin û 18’emîn danişîna dozê li 7’emîn dadgeha cezaya giran hat dîtin.

5 kesê girtî tevli danişînê bû û girtiyên jin neanîn danişînê. 6 kesên ne girtî û parêzerên wan tevli bûn. Danişîn bi tespîta nasname û mutalayê destpêkir.

Parêzeran mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku divê muvekîlên wan bên berdan. Heyeta dadgehê navber da danişînê û Şukru Yilmaz tahliye kir.

Danişîn taloqî 12’ê mijdara 2014’an kir.