Di doza ‘KCK’ê’ a Stenbolê de 8 kes hatin berdan
Di doza ‘KCK’ê’ a Stenbolê de 8 kes hatin berdan
Di doza ‘KCK’ê’ a Stenbolê de 8 kes hatin berdan
Heyeta ku biryara navber a doza bingehîn a ‘KCK’ a Stenbolê eşkere kir, biryara berdana 8 siyasetvanên kurd da.
9 jê girtî ku 205 siyasetvanên kurd û akvitîstên mafên mirovan di doza bingehîn a ‘KCK’a Stenbolê de 15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara navberê eşkere kir.
Dadgehê ji girtiyan piştî ‘rewşa girtina demdirêj’ a Abdulmecit Yilmaz, Ahmet Sagniç, Hikmet Kaymaz, Talip Mikailogullari, İhsan Yiles, Ubeyd Kutum, Galip Atiş û Erdal Ozsekmez di ber çavan re derbaz kir biryara berdana wan da. Dadgehê ji bo 83’ê girtiyên din bi îdiaya “berpirsiyariya sucê ku ketiye ser û fikarên zêde yên suc” biryara berdewamiya girtina wan da.
Heyeta dadgehê ku jê parêzer Sinan Zincir di dema parastinê de ji ber gotinên “rehînan digirin” û Meral Hambayat gotinên “her carê weke piyango biryarên berdanê tên dayîn” bi îdiayên ku “gotinên ku sînorên parastinê derbaz kirine bi karanîne” di derbarê wan de li Serdozgeriya Komarê a Silivrî darazandina suc hate xwestin.
Rûniştinên dozê yên piştre jî hatine taloxkirina 9-20’ê Çile.