Di doza Hrant Dînk de 2 kesên din hatin berdan

Di rûniştina doza Hrant Dînk de peywirdarê Şaxa Îstîxbaratêya Jendirmeyan a Stenbolê Mûharrem Demîrkale û Gerînendeyê Nûçeyan ê FOX TV’yê Ercan Gun hatin berdan.

Rûniştina doza Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di roja 3’an de domiya. Bersûcên girtî yên bi navê Ramazan Akyurek, Ercan Gun, Mûharrem Demîrkale û Yavûz Karakaya bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn. Alî Oz ê ku cezayê xwe li malê dikişîne û bersûcên din ên negirtî Mûrat Bayrak, Adem Sarigol û Reşat Altay jî tevlî rûniştinê bûn.

Di rûniştina doza Hrant Dînk de peywirdarê Şaxa Îstîxbaratêya Jendirmeyan a Stenbolê Mûharrem Demîrkale û Gerînendeyê Nûçeyan ê FOX TV’yê Ercan Gun hatin berdan. Di dozê de tenê du bersûc niha girtî ne.

Doz taloqî 11,12 û 13’ê Hezîranê hate kirin.