Di doza Gungoren de înada dadgehê ya guhdarnekirina şahid (!)
Di doza Gungoren de înada dadgehê ya guhdarnekirina şahid (!)
Di doza Gungoren de înada dadgehê ya guhdarnekirina şahid (!)
Dadgehê di doza Gungoren de, der barê Nusrat Tabîş ê 17 caran cezayê muebbet a girankirî jêre tê xwestin de ku du şahidên gotibûn roja bûyerê Tabîş li cihekî din dîtine, gazî rûniştina dozê nekir. Tê gotin ku mimkun e îfadeyên wan şahidan dawî li mexdûriyeta 5 salan a Tabîş bîne.
Doza bûyera têkildarî teqîna di sala 2008’an de li Gungoran a Stenbolê rû da û 18 kesan jiyana xwe ji dest da di Dadgeha 12’emîn a Cezayê Giran a Stenbolê de ber bi dawiyê ve diçe. Lê belê weke dozên dişibin vê di vê dozê de jî ji bo rastî derkeve holê huqûq nayê bicihanîn. Di vê doza ku ciwanên Kurd wek berpirsiyarên bûyerê tên sûcdarkirin de 2 şahidên bûyerê bi mehane nayên guhdarkirin. Parêzaran beri niha bi 3 rûniştinan şahid li salona ku doz lê pêk tê amade kiribûn, lê belê heyeta dadgehê bi gotina “Wext kêm maye” şahid guhdarî nekirin.
‘QANÛN; EGER ŞAHID LI SALONA DADGEHÊ BE DIVÊ WERE GUHDARKIRIN'
Li gorî xala 178’emîn a Qanûna Muhakemeya Ceza ya bi hejmar 271 şahidên ji aliyê heyetê hatibe redkirin eger di rûniştina dozê de amade be pêwîst e, were guhdarkirin
EGER HER DU ŞAHID BIAXIFIN DIBE KU MEXDÛRIYET BI DAWÎ BIBE
Eger her du şahid biaxifin, wê îspat bibe ku Fesîh Tebîş ê der barê wî 17 caran cezayê muebbetê tê xwestin roja bûyerê li cihekî din e. Her wiha têkildarî rapora sînyalên telefonê ya Wezareta Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê ji dadgehê re şandibû derketibû holê ku roja bûyerê Tebîş ne li cihê bûyerê bû.
Dîsa dimenên kamerayan ên li cihê bûyerê jî heta niha ji aliyê dadgehê ve ji saziyên têkildar nehatine xwestin.
Dadgeh, bê ku diyardeyên huqûqî yên ji bo rastî derkevin holê pêk werin dixwaze dosyayê bigire.