Di Doza Ergenekonê de roja biryarê
Di Doza Ergenekonê de roja biryarê
Di Doza Ergenekonê de roja biryarê
Di doza Ergenekonê de ya di nav de Serfermandarê Giştî yê kevin Îlker Başbug jî heye, 66 jê girtî 275 kes ku tên darizandin tê payîn ku îro biryar were aşkerakirin.
Beriya rûniştina doza ev 6 sal in dewam dike, tevayî rêyên ku diçin Saziyên Ceza û Înfazê ya Sîlîvrî hatin girtin û destûr nayê dayîn komên netewegir ên ji bajarên cuda ketine rê û CHP serkêşiya wan dike biçin Sîlîvrî.
Li ser fermana Dadgeha 13’emîn a Cezayê Giran a Stenbolê wê destûr neyê dayîn kes ji bo şopandinê di rûniştina dozê de amade bin. Wê tenê bersûcên girtî û negirtî, parêzer, parlamenter û endamên çapemeniyê karibin beşdar bibin.
Ji bo hatina komên netewegir were astengkirin li derdora girtîgehê tedbîrên zêde hatine girtin, her du aliyên rêya ku rêya giştî ya TEM’ê û ya Kinali bi hev vedike ji bo çûnûhatinan hat girtin.
Tenê di rêya E-5 de çûna dadgehê vekiriye. Li vir rojnamegerên karta wan a çapemeniyê ya zer nîn be destûr nayê dayîn derbas bibin. Parlamenter, parêzer bersûc û rojnameger piştî kontrola nasnameyan derbasî cihê ku wê doz were destpêkirin dibin.