Di doza Ergenekonê de biryar tê xwendin
Di doza Ergenekonê de biryar tê xwendin
Di doza Ergenekonê de biryar tê xwendin
Di doza Ergenekonê ya Serfermandarê Giştî ye berê Îlker Başbug jî di nav de ye û 66 jê girtî 275 kes tên darizandin xwendina biryarê destpê kir. Damezrînerê JÎTEM’ê û albayê teqawît Arîf Dogan 47 sal, Semîh Tufan ê fermana sûîqeta li hemberî Akin Birdal daye 12 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn.
Di doza Ergenekonê de xwendina biryaran destpê kirin. Dema biryar dihatin xwendin parêzeran salon terk kir. Di wê navberê de di nav wan de ku Dogu Perînçek jî hebû bersûcan xwestin salonê terk bikin, lê ji ber ku cendermeyan destûr neda alozî pêk hat.
Di biryara hat xwendin de 21 kesan beraet kir. Di nav kesên beraet kirin de gumanbarê êrîşa Şewirmendiyê yê bi navê Silêman Ezen jî hebû. Dosyaya kesên firar ku di nav wan de Bedrettîn Dalan jî hebû hat cudakirin û doza bersûcên jiyana xwe ji dest dane jî hat betalkirin.
Hin kesên ku derbarê wan de ceza hatiye birîn wiha ne: Damezrînerê JÎTEM'ê, albayê teqawît Arîf Dogan bi giştî 47 sal 3 meh; Semîh Tufan Gunaltay ê fermana sûiqesta Akin Bîrdal da 12 sal; Tugamîralê teqawît Alaattîn Sevîm 10 sal; Korgeneralê teqawît Îsmaîl Hakki Pekîn 7 sal 6 meh; Fermandarê berê yê Sehaya Derya ya Bakur Koramîralê Teqawît Mehmet Otuzbîroglu, 20 sal 6 meh; Fatma Cengîz 11 sal 15 roj; Mehmet Perînçek 6 sal; Ferda Paksut 2 sal 6 meh; Adil Serdar Saçan 14 sal 3 meh Yusuf Erîken 8 sal; Ferît Îlsever 15 sal; Osman Yildirim 8 sal 9 meh.