Di doza DYG'ê de 7 xwendekar hatin berdan

Di doza DYG'ê de 7 xwendekar hatin berdan

Di doza 72 xwendekarên 10 xwendekar jê girtî ya sereke de 7 xwendekar hatin berdan.

9'emîn rûniştina sereke ya 72 xwendekarên 10 xwendekar girtîne li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Di rûniştinê de hemû xwendekarên girtî, xwendekarên negirtî, parêzer amade bûn. Rûniştin bi tesbîtkirina nasnameyan bi kurdî destpê kir. Di rûniştinê de parastin bi kurdî hate kirin û 3 wergerên ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatin parastina xwendekaran werger kir.

Xwendekaran îdîayên di derbarê wan de red kirin û ji ber tevlî daxuyanî, meş û organîzayonên din ên demokratîk bûne zêdehî 2 salin digirtîgehê de tên girtin. Ji xwendekaran Orhan Eren Topalan parastin kir û wiha got: "Ew weke girtiyan piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin. Ji bo aştiyekî bi rûmet ew vê yekê girîng dibînin."

Ji xwendekarên bêyî girtî tê darizandin Erdogan Zamur jî bersiva êrîşa li dijî Ahmet Turk bi fermana rêxistinê şermezar kir da û wiha got: "Serokomar jî ev êrîş şermezar kir. Wê demê wî ji bi fermana rêxistinê şermezar kir."

Parêzeran ji parastin kir û diyar kirin ku, muwekîlên wan tên mexdurkirin. Parêzeran da zanîn ku, xwendekaran ji ber mafên xwe yên demokratîk bi karanîn tên darizandin û divê serbest bên berdan. Dozgeriyê jî diyar ku ya ew dibêjin tuneye.

Pişt re dadgehê ji bo biryarê navber da rûniştinê û pişt re biryara tahliyeya xwendekarên girtî yên bi navên Ergun Koçak, Metîn Aslan, Muhammet Gelturan, Serdar Mutlu, Nîzam Ozluk, Bayram Yilmaz û Evîn Bariş da û biryara girtina xwendekarên bi navê Orhan Eren Topalan, Naîm Turkoz û Kurşat Firat Vural berdewam bike da.

Rûnşitin taloqî 12'ê Hezarînê hate kirin.