Di doza Alî Îsmaîl de ji polîs parastina wek mikurhatinê
Di doza Alî Îsmaîl de ji polîs parastina wek mikurhatinê
Di doza Alî Îsmaîl de ji polîs parastina wek mikurhatinê
Polîsê bi navê Mevlut Saldogan ê ku ji kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz tê darizandin bi gotina "Min peywira çewisandina darbeyê de cih girt" xwe parast. Heyeta dadgehê doz taloqî 26'ê Kanûnê kir.
5'emîn rûniştina doza Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku di çalakiyên Gezî de li Eskîşehîrê ji aliyê komeke di nav de polîs jî hebûn ve hate qetilkirin li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Kayseriyê destpê kir. Doz bi hinceta "ewlehiyê" ji Eskîşehîrê birin Kayseriyê. Malbata Korkmaz, parêzer, nûnerên rêxitinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de dozgeriyê mutala xwe aşkera kir. Dozgeriyê ji polîsê bi navê Mevlut Saldogan re bi hinceta "bi zanebûn mirov kuşt" cezayê muebetê xwest û der barê Yalçin Akbulut re jî bi hinceta "bi zanebûn mirov birîndar kir û bû sedema mirinê" ji 12 salan heya 16 salan cezayê girtîgehê xwest.
Mevlut Saldogan ê ku ji ber kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz cezayê muebetê jêre tê xwestin di danişînê de parastina xwe kir. Saldogan diyar kir ku wê rojê ji wan re fermana xwepêşandaran ji hev belav bikin hatibû û wiha axivî: "Ji ber ku fermana xwepêşandaran ji hev belav bikin ji me re hatibû em li kolanan bûn û me mudaxaleyî xwepêşandaran kir." Saldogan ê ku di dîmenan de ligel ku Korkmaz ji ber derban bêhal ketibû jî hêj bi pêhnan li singa wî dixist tê dîtin îdia kir ku ew kesê lê dixin ne Korkmaz e. Saldogan bi gotina "Min di çewisandina darbeyê de cih girt" hewl da xwe bêsûc derxîne.
Piştî parastina bersûcan heyeta dadgehê biryara domandina girtina polîs Mevlut Saldogan, esnaf Îsmaîl Koyuncu, Ramazan Koyuncu, Muhammet Vatansever û Ebubekîr Harlar da û daxwaza girtina polîs Yalçin Akbulut red kir. Heyeta dadgehê ji bo parastinê dem da polîsên bi navê Şaban Gokpinar, Yalçin Akdogan û Huseyîn Engîn’ û doz taloqî 26'ê Kanûnê kir.