Di dosya Tolga Baykal Ceylan de "zarokên baş" hat nîşandan

Di dosya Tolga Baykal Ceylan de "zarokên baş" hat nîşandan

Di dosya Tolga Baykal Ceylan ê di binê çavan de hat windakirin de, weke kiryar berbaz Alî Kaya hat nîşandan, ku Serokê hingî yê Fermandariya Giştî Yaşar Buyukanit jê re gotibû "Nas dikim, zarokekî baş e." Îtirafkarê bi navê Erol Avci diyar kir, ku wî dîtiye Osman Hayal, Alî Kaya û Osman Yildirim îşkence li Ceylan kirine.

Di dosya xwendekarê ÎTU Tolga Baykal Ceylan ê 24 salî, ku li Îgneada ya ji bo bêhndanê di sala 2004'an de çûbûyê hat binçavkirin û dûre hat windakirin, rewşeke balkêş derket holê. Îtirafkarê bi navê Erol Avci, di sala 2012'an de ji Dozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê re ragihandibû ku di sala 2004'an de wî bi xwe dîtiye ku berbaz Alî kaya, Osman Yildirim û Osman haya li adreseke Îkîtelliyê îşkence li Tolga Baykan kirine û ev îfadeya xwe careke din dubare kir. Avci, der barê mijarê de di 05.11.2014'an de, ji Girtîgeha Tokatê ya lê girtî ye bi rêya telekonferansê beşdar rûniştina li 2. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Kuçukçekmeceyê bû û di beyanên xwe yên beriya niha de israr kir. Avci weke kiryarê Ceylan, berbaz Alî Kaya nîşan da, ku di sala 2005'an de di dema bûyerên Şemzînanê de, Yaşar Buyukanit ji bo Kaya gotibû, "Wî nas dikim, zarokekî baş e". Avci yê îdîa kir ku ji bo Serdozgerê Stenbolê Aykût Engîn Cengîz bê kuştin ew hatiye bikaranîn got, "Ez ji aliyê leşkerê li fermandariya giştî xwedî wezîfeyeke taybet Alî Kaya ve hatim bikaranîn. Vî kesî sûc bi min da kirin."

Di dosya xwendekarê ÎTU Tolga Baykal Ceylan ê di sala 2004'an de di dema desthilatdariya AKP'ê de, dema ji bo bêhndanê li Îgneaga bû hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat stendin de, weke kiryar berbaz Alî Kaya hat nîşandan, ku Serokê hingî yê Fermandariya Giştî ya Yaşar Buyukanit bi gotina, "Ez wî nas dikim zarokekî baş e" ew parastibû.

MIN BAYKAL BI AWAYEKÎ TAZÎ DI NAVA XWÎNÊ DE DÎT

Her çend ji aliyê hin organên çapemeniyê ev hat îdîakirin, ku Ceylan bi avjeniyê reviyaye Bûlgarîstanê jî, di encama dayik Kadriye Ceylan û parêzer Eren Keskîn de derketibû holê ku Tolga ji aliyê jenderemyan ve hatiye binçşavkirin, lê rayedaran ev înkar kiribûn. Di 15.08.2011'an de nameyeke îxbarê ji Dozgeriya Komarê ya Beşîktaşê re hatibû şandin û gumana li ser revandina Ceylan ji aliyê jendermeyan ve, xurt kiribû. Name ji aliyê kesê bi navê Erol Avci yê di doza PKK'ê de dihat darizandin lê piştre derketibû holê ku bi îstîxbarata jendermeyan re dixebitî ve hatibû nivîsandin. Îtirafkar Avci di nameya xwe de diyar dikir, ku wî Tolga Baykal Ceylan ê ji wêneyên di rojnameyê de nas kir, di sala 2004'an de li maleke çîftlîkê ya li Îtîteliyê dîtiye, ku hingî ji bo pakêteke midûrê emniyetê yê bi navê kod Mîroglû radestî perbaz Alî Kaya biçe, çûbû wê derê. Avci anî ziman ku li adresa mijara gotinê, wî dîtiye ku berbaz Alî Kaya, Osman Yildirim û bersucê kuştina Dînk Osman Hayal îşkence li Ceylan kirine û Ceylan bi awayekî tazî di nava xwînê de ye. Avci ragihand, ku wî ji axaftinên di navbera Kaya, Hayal û Yildirim de fêm kiriye ku kesê mijara gotinê Tolga Baykal Ceylan e. Piştî ku îxbar ji Dozgeriya Komarê ya Kuçukçemece ya Îkîtellî ser bi wê ve ye hat ragihandin, Avci di 07.05.2012'an de li Kuçukçekmeceyê îfade da û heman gotinên xwe dubare kir.

JI ALIYÊ ALÎ KAYA VE HATIM BIKARANÎN!

Lê belê Dozgeriya Kuçukçekmeceyê da xuyakirin ku di dema beyanê de Avci girtî bû, lewma nikare ji bûyereke bi vî rengî re şahidiyê bike û der heqê Avci de ji bebextiyê doz vekir. Li gel vê yekê jî Avci weke bersiv diyar kiribû ku, car carna ew ji girtîgehê dihat derxistin û bi wî sûc dihat kirin. Erol Avci der barê mijarê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Tokatê ji 2. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Kuçukçekmeceyê re axivî û heman beyanên xwe dubare kir. Di 05.11.2014'an de bi rêya telekonferansê ji dadgehê re axivî û da zanîn, ku hemû tiştên wî beriya niha di serdana li girtîgehê de ji parêzera malbata Ceylan Eren Keskî re gotiye, rast in. Avci got, "Ez hatim bikaranîn" û da zanîn ku wî di navbera salên 2004-2005'an de li dayika Ceylan Kadriye Ceylan negeriyaye û got, "Ez ji aliyê leşkerê li fermandariya giştî xwedî wezîfeyeke taybet Alî Kaya ve hatim bikaranîn. Vî kesî bi min sûc da kirin." Avci her wiha diyar kir ku hewl hatiye dayîn Serdozgerê Stenbolê Aykût Engîn Cengîz bi wî bidin kuştin."

TOLGA XIRISTIYANÎ HILBIJARTIBÛ

Tolga Baykal Ceylan ê di sala 1999'an de Xiristiyanî hilbijartibû, ji ber vê yekê li Fakulteya Fen-Wêje ya ÎTU'yê gelek caran rastî gefan dihat. Ceylan ê rastî êrîşa hêzên ewlekariyê ya bi kûçikan hat, êdî nikarîbû biçe dibistanê.