Di derbarê rojnamevanê tevlî gera li Tirkiyeyê bû du lêpirsîn hatin vekirin

Di derbarê rojnamevanê tevlî gera li Tirkiyeyê bû du lêpirsîn hatin vekirin

Ji rojnamevanên ku di navbera dîrokê 15-20’ê Nîsanê de ji aliyê Hikumeta AKP’ê ve hatin vexwendin û tevlî gera li Tirkiyeyê bû, di derbarê Rehîm Telman Oglu Sadigbayli yê di Radyoya Perwerde û Televîzyona Dewleta Swêdê de weke Çêker (produksiyon) dixebite du lêpirsîn hatin vekirin.

Sadigbayli bi li rexmî ku di saziyek ya dewletê de kar dike bêy ku agahiyê bide saziyê û tevlî gerekî ne etîka rojnamevantiyê dibe, her wiha bêy ku destûrê ji saziyê bigire logo bikaraniye û têkildarî rojnamevanekî ku di çapemeniyê de tê rexnekirin îdiayên neguncaw belavkirin tê sûcdarkirin.

Di çapemeniya Swêdê de nîqaşên etîkê yên têkildarî gerê didomin, Televîzyona Dewletê, Svt ji bo rojnamevanên di gerê de cihê xwe girtin tesbît bike ket tevgerê. Serî li Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê da û lîsteya rojnamevanên tevlî gerê bûn xwestin. Rayedarên Sefaretxaneyê dane diyarkirin ku çi têkiliyan li gel gerê tuneye û di destê wan de jî lîsteke tuneye.

Lê belê belgeyên ku ketine destê Radyoya Dewleta Swêdê tê diyarkirin ku, Nûnerê Swêdê yê Ajansa Nûçeyan ya Îhlasê Metîn Altinişik û Nûnerê Swêdê yê Rojnameya Cumhuriyetê û Nûçegihanê NTV’yê Osman Îkîz yên Sefaretxaneya Tirkiye a Stockholmê organîze kirine.

Dema ku di encamên Svt hate diyarkirin ku, Rehîm Telman Oglu Sadigbayli di saziyê de weke çêker (produksiyon) di xebite di derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin.

Sadigbayli ji rojnamevanek yê ger rexnekir re dibêje “Sekreterê Çapemeniyê PKK’ê yê Rêxistina Terorê”, dema ku nameya elektronîk dikeve destê Radyoya Perwerdeyê û Televîzyona Dewleta Swêdê (Svt-UR) Midûrê Giştî yê saziyê Erik Fichtelius lêpirsînek din di derbarê Sadigbayli de da destpêkirin. Midûrê Şûbeyê Mats Godee da diyarkirin ku, tu kes nikare nav û logoya saziyê bêdestûr û bi armanca reşkirina kesan bikar bîne, ew van mijaran pir cidî digirn û di vê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin.

JI KAR AVÊTINÊ RE RÛ BI RÛ YE

Sadigbayli ji ber ku tevlî gera li Tirkiyeyê bûye lêpirsîn di derbarê wî de hatiye vekirin, tê diyarkirin ku piştî bûyerên dawî bi rîska ji kar avêtinê rû bi rû ye.

Dezgehên çapemeniyê yên Swêdê ji bo rojnamevanan qûralên pir hişk pêktîne. Tê diyarkirin ku, di Lijneya Giştî ya Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EJF) ya di meha borî pêkhat de jî ger rojnamevanên Swêdî hatiye nîqaşkirin.