Di derbarê rojnamevan Keleş û Aslan de biryara girtinê hate dayîn

Ji bo rojnamevan Arîf Aslan û Selman Keleş careke din biryara girtinê hate dayîn.

Di derbarê rojnamevan Arîf Aslan û Selman Keleş ku ji ber nûçeya çêkirî 8 meh girtî man û di dadgeha yekem de hatin berdan, careke din biryara girtinê hate dayîn.

Rojnamevan Arîf Aslan û Selman Keleş nûçeya ku çêkirîbûn ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ weke delîl hate dîtin, 8 meh girtî man û di rûniştina dozê ya 21’ê Mijdarê de hatibûn berdan. Di derbarê rojnamevan Keleş û Aslan de Dozgerê Komarê îtiraza berdana wan kir û dadgehê carek din biryara girtinê da.

Biryara tehliyeyê ya ku ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hatîbûn dayîn, dozger îtiraz kir. Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îtiraz nirxand û ji bo Keleş û Aslan biryara girtinê da.