Di derbarê pêvajoyê de li Manîsa û Şirnexê civînên gel

Di derbarê pêvajoyê de li Manîsa û Şirnexê civînên gel

Li bajaroka Yilmazlar a navçeya Salîhliyê ya Manîsayê têkildarî pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin civîna gel hate lidarxistin. Li gundên Şirnexê ji bi heman armancê civîn pêk hatin.

Rêxistinên BDP'ê yên Manîs û Salîhliyê têkildarî pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin li bajaroka Yilmazlar a navçeya Salîhliyê civîna gel li dar xist. Endamê Meclîsa BDP'ê Hamdullah Muftuoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Manîsayê Kerem Taylan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Salîhliyê Adnan Turan û Serokê Rêxistina HDP'ê Abdurrahman Aras tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê civînê destpê kir.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Salîhliyê Adnan Turan diyar kir ku, di pêvajoyê de rêxistinbûyîn girînge û hêza bê rêxistinbûyîn tu tişt îfade nake. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Manîsayê Kerem Taylan jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê bi kurdî xwend. Endamê Meclîsa BDP'ê Hamdullah Muftuoglu jî axivî û keyfxweşiya xwe ya piranî jin tevlî civînê bû anî ziman. Serokê Rêxistina HDP'ê Abdurahman Aras jî di civînê de biryarên di "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" xwendin.

ŞIRNEX

Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê jî bi heman armancê li gundên Batilê, Bêdarê û Amerînê civînên gel li dar xistin. Li qada civînan alên PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egîd) hatin daliqandin. Li qadê pankarta "Botan ber bi roja xwe ve dimeşe" hate daliqandin. Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, rêveberên MEYADER û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren axivî û bal kişand ser yekîtiyê. Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê Abdurrahim Uruç jî derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan.

Piştî axaftinan girseyê slgoana "Bijî Serok Apo" qîr kir.