Di derbarê 37 xwendekarên ku rastî êrişan hat de doz hat vekirin
Di derbarê 37 xwendekarên ku rastî êrişan hat de doz hat vekirin
Di derbarê 37 xwendekarên ku rastî êrişan hat de doz hat vekirin
Di derbarê 37 xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Yildiz Teknîkê de, bi îdîaya "ziyan dane malên gelemperî" û "li hemberî memûrê peywirdar li berxwedane û nehîştine karê xwe bike" doz hat vekirin.
Li Zanîngeha Yildiz Teknîkê, di 10’ê Gulanê de dema xwendekaran bilêtên konsera pişgiriya Rojava belav dikirin rastî êrişa ulkuciyan hatin. Piştî wê gengeşiyê têkildarî bûyerê derbarê 37 xwendekarên Kurd yên rastî mudaxeleya polîsan hatin de doz hat vekirin. Parêzerê Rektorê Zanîngeha Yildiz Teknîkê derbarê xwendekaran de serlêdana suç kir û Dozgerê Komarê yê Bakirkoyê jî derbarê xwendekaran de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de îdîaname hat amadekirin û îdîaname ji aliyê Dadgeha Cezaya Esliye ve hat qebul kirin. Xwendekar bi îdîaya ku "ziyan dane malên gelemperî" û "li hemberî memûrê peywirdar li berxwedane û nehîştine karê xwe bike" tê têwanbar kirin.
Xwendekarê welatparêz yên Zanîngeha Yildiz Teknîk diyar kir ku, armanca rûniştina doza ku di 29’ê Çile de bê dîtin ewe ku xwendekarên Kurd ji qada dibistanan dûrxin. Di daxûyaniya niviskî de wiha got: "Bi salane polîtîkayên qutifandinê li ser xwendekarên Kurd tê meşandin, xwendekarên Kurd êdî ji bo zanîngehên azad, demokratîk û zanistî çi ji destê wan bê amadene ku bikin. Ev polîtîkayên qutifandinê tu carî kêrî tiştek nayê."