Di darizandina rojnamegeran de krîza parastinê
Di darizandina rojnamegeran de krîza parastinê
Di darizandina rojnamegeran de krîza parastinê
8'emîn rûniştina doza 20 jê girtî 46 rojnamegerên Kurd yên ji doza KCK'ê tên darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina îro de nûçegîhanê DÎHA yê Sadik Topaloglu parastin kir. Piştre Prz. Sînan Zincir, anî ziman ku parastina muwekilê wî yê serbest ne amadene û xwest parastina muwekîlên wan ên girtî bên kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir. Serokê Heyeta dadgehê Alî Alçik, diyar kir ku ew dê der barê rojnamegerên serbest ên parastin nekiribe lêpirsînê veke.
1.civîna 8'emîn rûniştina 20 jê girtî 46 rojnamegerên Kurd yên ji doza KCK'ê tên darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina îro de Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û gelek kesên din amade bûn. Di rûniştina îro de nûçegîhanê DÎHA Sadik Topaloglu parastin kir. Ketin û derketina Topaloglu wekî delîlên sûc di dosyaya delîlan de cih girt. Topaloglu, dema nûçegîhan bû û bi telefonê got "Divê ez bi lezgîn nûçe binivîsim" wekî delîla sûc hat dîtin. Topaloglu, anî ziman ku ajans bi lezgîn nûçeyan serwîs dikin û dema nûçe dereng dimîne ew nûçe bê wate û qîmet dimîne.
'BEŞDARÎ KÎJAN TV BÛ Û ÇIMA BEŞDAR BÛ NAYÊ PIRSÎN'
Topaloglu, anî ziman ku dema li cihekî operasyon pêk tê û bi sedan kes tên binçavkirin û girtin ew jî diçin wê nûçeyêçê dikin û bi civakê re parve dikin. Topaloglu, da zanîn ku pêşkêşkirina vê rastiyê nabe ajîtasyon û wiha got: "Ger ku rastiyek wisa hebe û bê ragihandin û parvekirin çawa dozger vê yekê wekî ajitasyon dinirxîne nayê famkirin.
Ev armanc û feraseta operasyonên li hemberî KCK'ê bên veşartine. Kîjan TV û beşdar dê deriyê xwe bigire. Ez rojnameger im Kes nikare diyar bike ku ez beşdarî tv’an bibim.
Piştre Prz. Sînan Zincir, anî ziman ku parastina muwekilê wî yê serbest ne amadene û xwest parastina muwekîlên wan ên girtî bên kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir. Serokê Heyeta dadgehê Alî Alçik, diyar kir ku ew dê der barê rojnamegerên serbest yên parastin nekiribe lêpirsînê veke.
Heyetê piştî daxwaza Prz. Zincir a navbera 10 deqîqeyan qebûl kir, piştre derbasî parastina Zuhal Tekiner bû.