Di civîna hilbijartinên PE'yê de tecrît kete rojevê

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, li ser hilbijartinên Parlamenta Ewropayê (PE) civînek pêk hat. Di civînê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete rojevê.

Li bajarê Montpellier ê Fransayê, ji bo mîtînga namzetê Parlamenta Ewropayê yê ji Generations le Mouvementê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) jî hate vexwendin.

Bi navê NCDK'ê Fatma Maraş axivî û bal kişand ser tecrîdê û grevên birçîbûnê. Fatma Maraş bang li namzetê Parlamenta Ewropayê û raya giştî ya Fransayê kir ku bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Her wiha xwest, tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe û daxwazên berxwedana grevên birçîbûnê bên qebûlkirin.