Di Cejna Mirovahiyê de Kurdan cihê xwe girt
Di Cejna Mirovahiyê de Kurdan cihê xwe girt
Di Cejna Mirovahiyê de Kurdan cihê xwe girt
Partiya Komunîst a Fransayê li bajarê Toulouse Cejna Mirovahiyê lidar xist û Kurdan jî di van çalakiyan de cihê xwe girtin.
Di vê çalakiya kevneşop de endamên Komeleya Çanda Kurda a Toulouse Franco û Komeleya Elewiyan a Demokratîk cihê xwe girtin û 2 rojan çanda Kurd dan naskirin.
Rêveberê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Ahmet Alim li vê derê axaftinek kir û bibîr xist ku bi polîtîkayên Şerê Yekemîn ê Cîhanê re rola Fransayê di perçekirina Kurdan de heye û destnîşan kir ku divê Fransa hîn bi hestiyar nêzî guhertinên ji bo statuya Kurdan di sedsala 21'an de bibe.
Li dû axaftinan bi dehan komên penaberan û partiyên siyasî çand û nasnameya xwe dan naskirin.