'Di çareseriyê de em jî hene'
'Di çareseriyê de em jî hene'
'Di çareseriyê de em jî hene'
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê bi şiara 'jin li ku derê pevajoya çareseriyê ne' civîn lidar xist. Di civînê de Hîndekara beşa Sosyolojiyê ya Zanîngaha Bogazîçiyê Alk. Doç. Nazan Ustundag bang kir ku jin bi awayekî hevpar tevlî pêvajoya aştiyê bibe.
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê bi şiara 'jin li ku derê pevajoya çareseriyê ne' li salona Cezayîrê civîna çapemeniyê lidar xist. Civîna ku Hîndekara beşa Sosyolojiyê ya Zanîngaha Bogazîçiyê Alk. Doç. Nazan Ustundag tevlî bû de pankartên "Aştiyeke mayînde ancax bi tevlîbûna jinê pêkan e" û "Em kirdeya aştiyê ne, di çareseriyê de em jî hene" hatin daliqandin.
Endama Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê Ferîde Eralp got ku ew jin hem bûn kirdeya şer hem jî bûn mêxdurê şer û wiha berdewam kir: "Ji bo vê jî em ê pêşeroja xwe bi xwe ava bikin. Di şerê 30 salan de jin hatin qetilkirin, tecawizkirin. Bi salan e jin di destê wan de wêne, li windayên xwe digerin. Ji bo agirê ku di mala xwe de vemirînin koç kirin û ji van deran koç kirine û tên lînckirin." Eralp anî ziman ku dewlet jinên têkoşer wekî xetereyê dibîne. Eralp anî ziman ku hevdîtinên aştiyê ji bo wan rastiya jinê û ji bîr nekirina wê nîşan dide û wiha pêde çû: "Pêşeroja me li ber çavên me y. Ji bo ji dewletê hesab bê pirsîn divê pêşeroja xwe ji bîr neke."
Eralp diyar kir ku jin di vê pêvajoyê de tine bin ew pevajo ne zelal e û wiha direjî da axaftina xwe: "Di pêvajoyê de cih nedin jinan ew aştiyê ne aştiyeke mayînde ye û ev tê wateya ku nîvê civakê di pêvajoyê de cih nagire." Eralp got ku desteya şopandinê ya ku bê avakirin wan ji nêz ve eleqedar dike û wiha domand: "Deste daxwazên jinan neşopîne, heqîqetê jî nabîne. Divê hikûmeta AKP'ê li gorî biryara 325'an a Neteweyên Yekbûyî (NY) tevbigere û ev yek jî pewîst e. Ji bo vê yekê jî em bang li aliyê pevajoya çareseriyê dikin ku jin jî tevlî vê aştiya mayînde bikin û bikin parçeyekî vê polîtîkayê."
Piştî Eralp Hîndekara beşa Sosyolojiyê ya Zanîngaha Bogazîçiyê Alk. Doç. Nazan Ustundag bi sernavê "Pevajoya aştiyê û tecrubeyên cîhanê" pêşkêşiyek kir. Ustundag bang li hemû jinan kir ku divê ji bi awayekî hevpar tevlî pêvajoyê bibe.
Civîn bi bersîvdana pirsên rojnamevanan dawî bû.