Di çapemenî û siyasetê de kurd- Amed Dîcle

Di çapemenî û siyasetê de kurd- Amed Dîcle

Di van demên dawî de pirsgirêka kurd di qada navneteweyî de bi awayekî berfireh û mirov dikare bêje, bi zimanekî ‘Objektîf’ tê nîqaşkirin.

Nîqaşên herî balkêş nava vê hefteyê li Parlamentoya Ewropayê pêk hatin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî li vir beşdarî çend civînan bû, helwest û perspektîfa kurdan a ji bo çareseriyê careke din anî ziman.

***

Kurdan berê jî daxwazên xwe gelek caran anîbûn ziman lê belê vê carê di asta jor de hatin guhdarîkirin û bersiv hatin dayin. Serok û rayedarên Parlamentoya Ewropayê her wiha berpirsên Yekitiya Ewropayê jî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nirxandin û ji bo çareseriyê destekên xwe anîn ziman.

***

Ev daxuyanî ji du aliyan ve girîng in. Yek; Yekitiya Ewropayê ev çend salên dawî ye bi her awayî alîkarî da AKP’ê zext û zordestiya hikûmeta tirk li dijî kurdan destek kir.

Ev destek niha jî bi awayekî dewam dike AKP û Yekitiya Ewropayê hê jî hevkar in. Lê rayedarên ewropî êdî fêm kirine ku çareserî bi metoda AKP’ê pêk nayê û divê ‘riyek nû’ were ceribandin.

***

Xala duyemîn jî ev e; Wekî tê zanîn PKK li Ewropayê di ‘Lîsteya terorê’ de ye. Ev lîsteya ku em behs dikin li Ewropayê astengiyên mezin derdixe pêşiya kurdan.

Gelek xebatên dîplomatîk û saziyên kurdan li vê lîsteyê rast tên û bi bahaneyên cuda tên astengkirin. Bandoreke fiîlî û psîkolojîk dike. Lê xwediyê vê lîsteyê bi xwe jî dizanin ku PKK ne rêxistinek ‘terorîst e.’

***

Bi van daxuyaniyên dawî jî vê rastiyê bi awayekî rasterast îtîraf dikin. Li aliyekî dibêjin ‘teror’ li aliyê din jî dibêjin, ‘bila hevdîtin veguherin muzakerayan.’ Ev nakokiyeke li ber çavan e, xwediyê vê nakokiyê Yekitiya Ewropayê ye û yê vê sererast bike jî ew bi xwe ye.

Lê di vê qonaxê de kurd jî dikarin bi hewldan û kampanyayên mezin der barê mijarê de raya giştî û çapemeniya Ewropayê bikin nava tevgerê.

***

Ji derveyê Yekitiya Ewropayê, ji Avusturalyayê heta Amerîkayê mijar di çapemeniyê de tê nîqaşkirin. Bi giranî tişta tê gotin ew e ku êdî çareserî bi darê zorê nabe hebe nebe divê bi rêbazên diyalog û muzakereyan pêk were. Ev mijar di gelek tv, rojname û malperan de bi berfirehî ji aliyê otorîteyên vê mijarê ve tê nîqaşkirin.

***

Gelo cîhanê vê yekê niha dît an jî xwestin niha bibînin? Bêguman ev rastiyeke kevn e. Ji ber ku niha li Rojhilata Navîn şert û merc tên guhertin kurd bûne wekî aktorekî sereke û bala cîhanê dikişînin.

***

Hêzên serdest êdî dibînin ku bêyî kurdan wê nikaribin li vê meydanê hespê xwe bidin bezandin. Ji ber vê sedemê di qonaxa heyî de heke kurd li gorî tecrubeyên xwe yên dîrokî tev bigerin û vê hêza xwe xurtir bikin wê bibin navenda sereke ya Rojhilata Navîn...

*Azadiya Welat