Di çalakiyên xizmên windayan de AKP û Erdogan hatin şermezarkirin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan çalakiyên xwe yên lêgerîna dadê berdewam kirin û xwestin ku kiryar bên darizandin û winda bên dîtin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan çalakiyên xwe yên lêgerîna dadê berdewam kirin û xwestin ku kiryar bên darizandin û winda bên dîtin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan çalakiyên xwe yên lêgerîna dadê berdewam kirin û xwestin ku kiryar bên darizandin û winda bên dîtin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 325'an bi pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Ligel rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, DİYAY-DER û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku 325'an heftene tên vir û li windayên xwe digerin û wiha got: "Ev 325 hefteye em li windayên xwe digerin. Heta niha dewletê gelek kes li malan girtin û winda kirin. Hikûmeta AKP'ê kiryaran nadarizîne. Heta windayên tên dîtin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Serokomar ji bo desthilatdariya xwe zirarê dide pêvajoya çareseriya. Îro Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan tê Amedê. Banga me ev e ku Erdogan xwedî li pêvajoyê derbikeve.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku çalakiyên xizmên windayan di 27'ê Gulan 1995'an de dest pê kir û wiha got: "Heke hûn pirsgireka gelan qebul qebûl nekin wê demê em li vir çima rûdinin. Welatî çima tên qetilkirin. Gundan çima tên valakirin. Ez li vir bang li Erdogan dikim ku, pirsgirêka kurd heye û careke din bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo pevajoyê hevdîtinan pêk bîne. Heta dawî em ê aqubetên windayên xwe bigerin."
Rêveber ÎHD'ê Nîgar Kocaman çîroka Îzzet Tugal ê ku di 19'an mijdara 1995'an de li Licê hate windakirin vegot. Kocaman diyar kir ku Tugal di 1993'an de li gund ji aliyê kesên bi çek ve hate binçavkirin û cenazeyê wî di 20 kanûna 1995'an de li gundê Benê û Çavunderê hate dîtin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Elihê û xizmên windahiyan çalakiya xwe ya hefteya 325'emin bi dirûşmeya "Bila winda bên ditîn, kujer bên darizandin" li Kolana Gulistanê hat lidarxistin. Nûner û rêveberên rêxistina DBP, HDP, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel, namzetên HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Alî Atalan, Hasan Yagiz, endamên MeclÎsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER û gelek xizmên windahiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagadîr axivî û diyar kir ku ev wek komeleya mafê mirovan heya winda neyên ditin û kujer neyên darîzandin dê li kolanan bin û çalakiyên xwe bidomînin.
'ERDOGAN JI DAYIKÊN KURDAN LÊBORÎNÊ BIXWAZE'
Namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, ku bavê wê jî di sala 1993'an de ji aliyê JİTEM'ê ve hat qetilkirin jî diyar kir ku 20 salin dayikên kurdan li qadan in û ji bo kujerên xizmên xwe bibinin diqêrin. Başaran bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir û wiha got: "Eger ku rûyê Erdogan hebe bila îro bê cem dayikên dilşewat û êşa wan bibine. Berê jî çû bû cem dayika Berfo. Jê re gotî bû ku 'em ê kujerên kurê te bibinin.' Va bi salan e ku dayikê Berfo jiyana xwe ji dest daye. Lê hêj kujer nehatine ditîn û darizandin. Em meraq dikin gelo dê çend dayik li qan li benda zarokên xwe jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li Serokomar dikin ku bila demîldest kujeran derhe holê û ji dayikên kurdan ên dilşewat lêborinê bixwaze"
'ÊLIHÊ BAJARÊ WINDAHIYAN E'
AktîfÎstê ÎHD'ê Îlyas Tarîm daxuyanî xwend û diyar kir ku ew baş dizanin ku kujer ji dûr nîn in û wiha got: "Kujer di nav me de ne û ji bo windahiyên nû li ser karin. Îro Erdogan tê bajarê windahiyan Êlihê e. Lê bi rastî jî em nizanin ku Erdogan tê bajarê me çî. Ev kesê ku gelê kurd ji bo xwe hedef digire û li ser wan siyasetê dike û herî dawî pirgirêka kurd nabine. Tê bajarê kul û derdan çî. Erdogan ne ji bo çareseriyê ji polîtîkayên xwe yên qirêj bide meşandin tê welatê me. Ji ber vê yekê jî em Serokamar Erdogan li welatê xwe nawxazin."
Pîştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya bi dawî bû.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî xizmên windayan û ÎHD'ê çalakiya xwe li Kolana Hunerê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê aqubeta Enter Ozdemîr ê ku di 5'ê gulana 1994'an de li gundê Tiyarê yê Çelê ji aliyê leşkeran ve hate girtin piştî îşkenceyan qetilkirin pirsîn.Yusuf Ozdemîr çîroka bavê xwe vegot û diyar kir ku di sala 1994'an de 10 kîlometre dûrî gundê Tiyarê di navbera PKK û leşkeran de pevçûn derket û di dema pevçûnê de leşkeran gund gulebaran kir û bi bo bavê wî rê nîşanî leşkeran bide bi xwe birin û wiha got: "Êvarê bû. Leşkeran bi ser gund de girt û gundê Tiyarê gulebaran kir. Gulebaran heya derengî şevê berdewam kir. Şevê seat di 24.00'an de leşker hatin mala me û nan xwestin. Ji bavê min re gotin, 'Em pirsa gund nizanin. Rê nîşanî me bide' Bavê min heya ser pirê birin. Lê leşkeran bavê min dîl girtin. Pişt re bi panzerê ve girêdan û nêzî 4 kîlometre di erdê re rakêşandin. Pişt re mala Selîm Akar gulebaran kirin. Zarokê wî yê 10 salî qetil kirin. Di wê demê de bavê min şehîd bibû. Ligel şehîd bibû gulebaran kirin û perçe kirin. Piştî 3 rojan em li cenazeyê bavê xwe geriyan û me derveyî gund peyda kirin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûnşitinê pêk hat.