Di çalakiyên 'Pencşema Reş' de bûyerên DU'yê hatin şermezarkirin
Di çalakiyên 'Pencşema Reş' de bûyerên DU'yê hatin şermezarkirin
Di çalakiyên 'Pencşema Reş' de bûyerên DU'yê hatin şermezarkirin
Li Amed, Mêrdîn û Rihayê çalakiyên heftane yên "Pencşema Reş" ên bi armanca serbest berdana şaredar û siyasetmedarên Kurd pêk tên, hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin bi êrîşên li dijî xwendekarên Kurd dixwazin sabote bikin. Di çalakiyan de êrîşên li dijî xwendekarên welatparêz ên Zanîngeha Dîcleyê pêk tên hatin şermezarkirin.
PIRSUS
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ber Şaredariya Pirsûsê çalakiya heftena ya "Pencşema Reş" hate lidarixstin. Wekîla Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên BDP'ê, endamên sendîkayan tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Sendîkaya Genel-Îş'ê yê Pirsusê Bekîr Koştî daxuyanî xwend û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê li hemberî siyasetmedarên kurd operasyonên qirkirinê dan destpêkirin û wiha got: "Em dê heta şaredara me û siyasetmedarên din ên Kurd tên berdan çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin bê xirabkirin MHP û CHP her tiştî dike. Dixwazin li zanîngehan pevçûna kurd û tirk derbixin û pêvajoyê têk bibin. Divê hemû kes li hemberî vê yekê bi baldar be. Divê hemû kes piştgiriyê bidin pêvajoyê. "
WÊRANŞAR
Li Wêranşarê jî bi heman armancê li ber şarederiyê çalakî pêk hat. Rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "dest nede vîna min" hate vekirin. Alîkara Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken daxuyanî xwend û bal kişand ser bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê û diyar kir ku, ev bi armanca pêvajoyê sabote bikin pêk tên. Ulugturken anî ziman ku, di nav dewletê de kesên nexwazin aştî pêk bê hene û divê li hemberî vê yekê gav bên avêtin."
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi heman armacê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredar Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta wêneya Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel li ser ya "Vîna me rûmeta me ye rûmeta me hinceta jiyana me ye" hate vekirin. Rêveberê Sendîkaya Belediye-Îş'ê Murat Arslan bi kurdî daxuyanî xwende û diyar kir ku, gelê Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêber qebûl kir û bal kişand ser peyama Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin û wiha got: "Peyama Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji aliyê gel û saziyan ve bi coş hate pêşwazîkirin û xwedî lê derketin. Divê meclîs di vê pêvajoyê de berpirsiyarê bigire."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûntinê pêk hat.
PEYAS
Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredar Mahmut Dag, alîkarên şaredar Aynur Yilmaz, Îhsan Avci, rêveberên BDP'ê, Alîkarê Şaredarê Yenîşehîrê A. Haluk Eyupoglu, Nûnerê Heremê yê ÎHD'ê Şevket Akdemîr, Dayîka Aştiyê Hayriye Dogan, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiyê bûn.
Nûnerê Sendîkaya Genel-Îş'ê yê DÎSK'ê Seyîthan Yakman daxuyanî xwend û wiha got: "Divê hevalên me yên bê hiqûqî hatin girtin di vê pêvajoyê de weke gavekî samîmî demildest serbest bên berdan. Hevalên me ji ber têkoşîna azadiyê û aştiyê dan hatin girtin. Heke em niha behsa aştiyê bikin wê demê sûcê hevalên me çiye? Em dixwazin hikûmeta gavên samîmî bavêje. Ciwanê me yê 19 salî Murat Îzol di encama polîsan berdayê xwe avêt Çemê Dîcle û jiyana xwe ji dest da. Ligel polîsan êrîşî merasîma cenaze kir tu lêpirsîn nehatin vekirin û em vê yekê şermezar dikin. Di heman demê de êrîşên li hemberî xwendekarên Kurd ên zanîngehan de zêdebûn. Herî dawî bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê me bi guman dikin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.