Di bûyera li Zanîngeha Egeyê de rola 'xemsariyan'

Li Îzmîrê, di bûyerên roja Înê bi êrîşa komên faşîst a li hemberî xwendekarên welatparêz re destpê kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn, kesek jî mir de, xemsariyên hatin kirin, kifş dibin.

Li Îzmîrê, di bûyerên roja Înê bi êrîşa komên faşîst a li hemberî xwendekarên welatparêz re destpê kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn, kesek jî mir de, xemsariyên hatin kirin, kifş dibin. Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr got, "Li holê qelsiyeke ewlekariyê heye" û nerazîbûn nîşan da. Seroka ÎHD'ê Şaxê Îzmîrê Gûrbet Ûçar jî got, "Divê rektoriya Zanîngeha Egeyê di vê mijarê de daxuyaniyekê bide û berpirsyariya xwe aşkera bike."

Li Zanîngeha Ege ya Îzmîrê, pevçûna ku roja Sêşemê ji ber êrîşa komeke faşîst a li hemberî xwendekarên welatparêz destpê kir, roja Înê bi êrîşa komeke faşîst a ji 200-250 kesî ya bi ço, kêr, sator û çekan a li Fakulteya Wêjeyê ya li hemberî xwendekarên li standa rojnameyê, mezin bû.

Di bûyeran de, 2 ji xwendekarên welatparêz ên li êrîşa koma faşîst rast hat 3 kes birîndar bûn û xwendekarekê bi navê Firat Çakiroglû yê navê 'Ulkucu Reîs' lê dihat kirin, ji ber derba kêrê mir. Di bûyerê de 6 kes hatin binçavkirin. Di bûyerê de nêzîkatiya bêberpirsyarî ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr Îzmîrê û Rektoriya Zanîngeha Egeyê zelal dibe. Li zanîngehê perwerde ji bo sê rojan hat rawestandin, lê alozî dewam dike.

'HEWL TÊ DAYÎN LI ÎZMÎRÊ HELWESTA NETEWEPERESTIYÊ BÊ PÊŞXISTIN'

Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr da xuyakirin ku di salên dawî de bi meşên al û komarê re hewl tê dayîn li Îzmîrê refleksa neteweperestiyê bê pêşxistin û bibîr xist, ku Îzmîr di heman demê de bajarekî Kurdan e. Ûgûr anî ziman ku hikûmeta AKP'ê zêdebûna xebatên siyasî yên HDP'ê yên li Îzmîrê dîtiye û diyar kir ku ev bûyer bi awayekî plankirî li Zanîngeha Egeyê hatine derxistin.

'LI ZANÎNGEHÊ TI TEDBÎRÊN EWLEKARIYÊ NEHATIN GIRTIN'

Ûgûr ragihand ku wezîfedarên ewlekariyê yên Zanîngeha Egeyê beriya bûyer biqewimin pê hesiya bûn ku bûyerê derkevin û agahî dane Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê û destnîşan kir, ku tevî vê yekê jî berî û piştî bûyerê ti tedbîrên ewlekariyê nehatine girtin. Ûgûr diyar kir ku li dibistanê beriya çalakiyeke demokratîk a jin û xwendekaran bi sedan polîs û maşînên TOMA çend saet berê ji bo destwerdanê disekinin û got, "Tevî ku wezîfedarên ewlekariyê ragihandin ku li vê derê wê pevçûneke dijwar biqewime jî, ti tedbîr nehatiye girtin vê yekê jî rastiyeke ku ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn, derxistiye holê. Xuyaye polîs û hêzên emniyetê xwestine bûyerên li zanîngehan dijwar bibin."

'DIXWAZIN PEVÇÛNÊ DI NAVBERA MHP-HDP'Ê DE DERXÎNIN'

Ûgûr anî ziman ku Firat Çakiroglû yê di bûyerê de mir, bi qasî saetekê mudaxleya tibî lê nehatiye kirin û ji ber xwîn jê çûye miriye. Ûgûr got, "Ev yek bi tenê jî nîşan dide ku polîs bûye sedem ku bûyer dijwar bibe. Li pişt vê vîna siyasî yanî hikûmeta AKP'ê heye. Dixwaze partiya me têxe nava pevçûneke MHP-HDP'ê û bi vî rengî hikûmeta AKP dixwaze encama ji hilbijartinan hêvî dike, bi dest bixe. Ne partiya me ne jî girseya me, wê neyê van lîstikan. Em banga xwînsariyê li her kesî dikin. Pêwîste berpirsyar di vir de bi berpirsyariyên xwe rabin."

'KOMA NÎJADPEREST BI ZANEBÛN HAT CIVANDIN'

Seroka ÎHD Şaxê Îzmîrê Gûrbet Ûçar da xuyakirin ku bûyera roja Înê li Zanîngeha Egeyê rû da, beriya çend rojan destpê kiriye û anî ziman ku roja Înê komeke faşîst a ji 200-250 kesî bi çek, kêr û satoran li dibistanê li hev kom bûye, 'tekbîr' aniye, hatiye Fakulteya Wêjeyê û êrîşî xwendekarên welatparêz û şoreşger ên li standên rojnameyê yên li vê derê kiriye. Ûçar anî ziman ku ev êrîşa li hemberî xwendekar ji nişka ve derneketiye holê û destnîşan kir ku ev kom bi awayekî zanebûn hatiye avakirin. Ûçar diyar kir ku piştî vê bûyerê kesek miriye û got, "Piştî vê bûyerê bûyerên tirsnak qewimîn. Bi rêya înternetê timî parvekirin çêdibe û mirov hedef tên nîşandan. Îro danê sibehê bi keviran êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Menderesê hatiye kirin û avahiyên din ên HDP'ê di bin xeteriyê de ne."

'PÊWÎSTE BI LEZGÎNÎ BANGA HESTYARIYÊ WERE KIRIN'

Ûçar ragihand ku li naverastê qelebalixeke bi hêrs heye û got, "Bangeke tolhildanê tê kirin. Weke berpirsyarê vê yekê jî aliyekî dibînin. Kurdan, komên çep û sosyalîst weke berpirsyar dibînin û hewl didin tola vê bûyerê hilînin.

Ûçar da zanîn ku heta niha bangek ji bo dawîanîna li van bûyeran nehatiye kirin û destnîşan kir ku divê tavilê ev bang bê kirin û mirov dawetî xwînsarî û hestiyariyê werin kirin.

Ûçar her wiha bal kişand ser xeteriya belavbûna bûyeran li bajarên din û diyar kir, ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê desthilatdariya siyasî berpirsyariyên xwe bicih bîne.

'ZANÎNGEHA EGEYÊ DI VAN BÛYERAN DE SÛCDAR E'

Ûçar da xuyakirin ku divê rayedarên Zanîngeha Egeyê der barê bûyerê de daxuyaniyê bidin û got, "Yên li dibistanê bi sator, ço û kêran dirûşme diqîriyan kî ne? Vana çawa dikarin bi hêsanî bikevin hundirê dibistanê û lîncê bikin. Di vir de kêmasiyeke cidî ya ewlekariyê heye. Divê Rektoriya Zanîngeha Egeyê di vî warî de daxuyaniyê bide û berpirsyariya xwe qebûl bike."