Di bombeberan rejîmê de li Helebê 10 sivîlan jiyana xwe jidest dan

Di bombeberan rejîmê de li Helebê 10 sivîlan jiyana xwe jidest dan

Balafirên rêjîma Sûriyê taxa Qazî Esker a Helebê bombebaran kirin. Hate hînbûn ku di encama bombebaranê de zarok jî di nav de bi giştî 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên êvarê de li taxa Qazî Qesir a Helebê di navber hêzên rêjîmê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de pevçûn derketin. Li ser vê yekê balafirên rêjîmê taxa bombebaran kirin. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de zarok jî di nav de bi giştî 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û hin kes birîndar bûne.

Li aliyê din li taxa Helek a Helebê mayînek teqiya. Hate ragihandin ku di encama teqînê de 3 endamên Tugaya Sultan Mihemed Fatih ên xwe li ser Artêşa Azad hesab dikirin û piştre tevlî DAIŞ'ê bûne, bi giranî birîndar bûne. Hat hînbûn ku ji sivîlan jî birîndar hene.

Li taxa Eşrefiyê jî di navbera hêzên rêjîmê û tabûrên Lîwai El-Bedir de pevçûn derketin. Der barê pevçûnan de tu agahiyên zelal ne hatin girtin.