Di bombebarana balafirên rejîmê de 22 sivîl bûn qurbanî

Di bombebarana balafirên rejîmê de 22 sivîl bûn qurbanî

Balafirên Rejîma Sûriyeyê bajaroka Bab a li Rojhilatî bajarê Helebê bombebaran kir. Di encamê de 22 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî hin çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê îro bazara sebzeyê ya bajaroka Babê ya rojhilatê bajarê Helebê saet di 12.00’an de bi bermîlên bombeyî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 22 welatiyên sivîl di nav de jin û zarok jî hebûn, jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî gihiştin malên welatiyan.

Heman çavkaniyê navên hin qurbaniyan wiha rêz kirin: “Ebdullah Osman El-Raxib, Samir Hedad (22), Bişir Şihabî, Mihemed Ebdilezîz El-Teqî, Mistefa El-Naqo, Ehmed Usfûr El-Teqî û navên qurbaniyên din jî nehatin bidestxistin.