Di bin siya binpêkirina mafan de hefteya mafê mirovan
Di bin siya binpêkirina mafan de hefteya mafê mirovan
Di bin siya binpêkirina mafan de hefteya mafê mirovan
Binpêkirinên mafan yên li Tirkiyê bê navber tên jiyîn. Tirkiye bi binpêkirinên mafan yên wekê aborî, çandî, tenduristî û civakî dikeve 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan.
Tirkiyeya ku rêgeza gerdunî ya ‘mirov bi mafên xwe mirovin’ piştguh dike û AKP’ê di pêvajoya desthilatdariya xwe ya 11 salan de bi makyaja ‘demokrasiya pêşveçûyî’ pakêt û reformên ku pêk anîn vala derket. Ji ber pêkanînên AKP’ê li Tirkiyê binpêkirina mafan roj bi roj zêdetir dibe.
Daraz li gel AKP’ê cih digire, sûcdaran ceza nake û di encama vê ce jî binpêkirina mafan yên civakî, siyasÎ, etnîk, bawerî, aborî û mafê welatîbûnê tên jiyîn.
Ciwan, xwendekar, jin, kedkar, karker, kurd, kesên LGBT, Elewî, hemû aliyên civakê yên bindest ku dadikevin kolanan rastî pêkanînên dij mirovahiyê yên dewletê tên. Daxwaza mafê herî biçûk tê terorîzekirin. Di bin van hemû pêkanîn de Tirkiye dikeve 10-17’ê Kanûnê Hefteyê Mafê Mirovan.
Di vê dema ku binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor de, hefteya Mafê Mirovan tê pêşwazî kirin û di vê hefteyê de li kolanan dê daxwazên azadî û mafê demokratîk bê qêrîn.
KOLAN BI GAZA AKP’Ê TIJE DIBE
Di berxwedana Parqa Gezî de polîsên hikûmeta AKP’ê bi hemû derftên xwe bi gule,cop, gazê êrîşê gel kir. Di çalakiyan de welatiyên bi navê Ethem Sarisuluk, Mehmet Ayvalitaş, Abdullah Comert, Medenî Yildirim, Îrfan Tuna, Mehmet Sari, Ahmet Atakan bûn qurbana şîdeta polîsan. Bi sedan welatî birîndar bûn, gelek kes hatin girtin.
Di 1’ê Gulanê de, Newrozê de, protestoyên TÎS’ê de, çalakiyên hawirdorê, di roja mamosteyan de, di çalakiyên Elewiyan de dîsa polîs li ser kar bû û cop, panzer, girtin û binçavkirin di dewrê de bû.
PENABER
Penaberên ji Afganîstan, Îran û Sûriyeyê hatine Tirkiyê bi pêkanînên dijwar re rû bi rûne. Tenê hejmara penaberên Sûriyê 600 hezar derbas kiriye û 200 hezar di kampan de ne. 400 hezar jî li bajarên cuda parsekiyê dikin, ji mafê perwerdehiyê bêparin.
ASTENGIYÊN LI PÊŞ AZADIYA BAWERIYAN
Pirsgirêk, zext û binpêkirinên ku civakên Elewî, Êzdî, Suryanî û Ermenî dijîn bi dawî nabin. AKP û serokwezîr Erdogan di her firsetê de heqeretê li Elewiyan dike û asîmîle dikin. Cihên îbadetên wan digirin. Deriyên Elewiyan tên nîşan kirin û di protestoyên kolanan de tên qetilkirin.
PIRSGIRÊKA ZIMANÊ DAYIKÊ
AKP ji roja ku hatiye desthilatdariyê heta niha bi daxuyaniyên wekê ‘me OHAL rakir. Me TRT Şeş ava kir. Me kurs vekirin. Li zanîngehan me kursî avakirin’ zimanê kurdî red dike. AKP mafê perwerdehiya zimanê dayikê di demokrasiya pêşdeçûyî de red dike. Ji parastina kurdî bigirin, heta nameyên kurdî, di hevdîtinên girtiyan, li nexweşxaneyan bi kurdî axaftin her tim rastî zextan û newekheviyê tên.
BINPÊKIRINA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ
Doza Komîteya Çepameniya KCK’ê ku 20 jê girtî 46 rojnameger tên darizandin bi hiqûqa taybet didome. Rojnamegerên du sal e girtîne, di qada azadiya fikr û ramana Tirkiyê de azmûneke gelek girînge. AKP ya ku xwe li çapemeniya ferz dike û yên ku qebûl nakin jî rastî zext û sansurê tên.
BINPÊKRINÊN LI GIRTÎGEHAN
Li girtîgehan îşkeceya tecrîta Tîpa T her diçe zêde dibe û girtî ji tu mafê fêdeyê nagirtin û daxwazên wan yên herî biÇûk tên rekirin. Ev pêkanîn di dema desthilatdariya AKP’ê de zêdetir bûne.
ŞÎDETA LI SER JINÊ
Di sala 2013’an de şîdeta li ser jinê zêdetir bû. Nêzî 200 jin hatin kuştin û bi sedan rastî şîdetê hatin.
LI SÎNOR Û CIHÊN BI MAYÎN BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME
Li gorî rapora Landmîne Monîtor ya ku raporên mayînan a navnetewî amade dike wiha tê îfadekirin; di navbera salên 1957-1998’an de 936 hezar û 663 mayîn li erdê hatine bicihkirin. Dîsa hat gotin ku di navbera 1989-1992’an de 39 hezar û 569 mayîn li herêmê hatine bicihkirin. Ji 2011’an het aniha li Tirkiyeyê 981 hezar û 778 heb mayînên hatine bicihkirin hene. Ev mayînên li sînor tên bicihkirin dibin sedema mirina welatiyan.
BINPÊKRINA LEŞKERIYA BI ZORÊ
Yek ji binpêkirina mafan leşkeriya bi zorê ye. Di dema desthilatdariya AKP’ê de ligorî daneyên Wezareta Parastinê ji 2002’an heta niha 1036 kesî întîxar kiriye.
Binpêkirineke din ya pêkanîna li dijî kesên LGBT ye. Kesên LGBT li Tirkiyê rastî şîdeta mezin.
BINPÊKIRINA MAFAN A ZAROKAN
Di bîlançoya şerê 30 salî yê Kurdistanê de bi sedan zarok mirin û ev jî parçayek vê tabloyê ye. Ne tenê mirin, pirsgirêkek din ya herî mezin zarokêk bûkin.