Di berxwedana li ser sînor de Elmanekî 73 salî

Di berxwedana li ser sînor de Elmanekî 73 salî

Nobeda berxwedanê ya li ser sînor ji bo destekdayîna berxwedana Kobanê tê girtin, veguheriye mewziya berxwedana gelan. Elman ê 73 salî "Aşur" ku ji bo piştgiriyê bide berxwedana Kobanê û ji bo Kobaniyên koç kirine bixebite hat ser sînor, li gel temenê xwe yê dirêj jî li cem berxwedana dîrokî ye.

Li Kobanê berxwedana dîrokî ya YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ket roja 73., li ser xeta sînor jî nobeda berxwedanê veguheriye mewziya berxwedana gelan. Li gel gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji gelek welatên Ewropayê jî Ewropî hatin gundê Mehserê û tevlî berxwedanê bûn. Yek ji van Ewropiyan jî Elmanê 73 salî "Aşur" e. Dema navê wî jê tê pirsîn dibêje "Aşur" ku hevalên wî ev nav lê kiriye û dibêje, "Ez ji bo mirovahiyê li vir im."

Aşur ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ji bo piştevaniya Şengaliyan destpêkê çû Şengalê, dûre ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê berê xwe da Pirsûsê. Aşur di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê de hatiye gundê Mehser ê Pirsûsê û ji hingî ve di nava nobeda berxwedanê de cih digire û hewl dide ji bo Kobaniyên koçber bûne bixebite. Aşur dibêje, "Ez ji bo mirovahiyê li vri im. Mayîna li vir wezîfeyeke însanî ye. DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir. Dûre Kobanê. Bi dîtina min ti eleqeya van bi ol re nîne. Armancan çeteyan serdestî û pere ye."

'ÇI KAR HEBE EZ JÊ RE AMADE ME'

Aşur der barê berxwedana dîrokî ya YPG û YPJ'ê ya li Kobanê jî wiha axivî: "Ew di oxira bawerî û pîvanên xwe de li ber xwe didin. Eger ev baweriya wan nebûya, ji xwe nikaribûn ewqasî li ber xwe bidin." Aşur got, "Ez mirovekî bi emir im, lê dilê min ji min re dibêje tu li vir 'li mala xwe ye'. Li gelek welatan geriyam, lê min têkiliyên li vir nedît. Weke li mala xwe bim." Aşur herî dawî anî ziman ku ew amade ye ji bo Kobaniyan bixebite û got, "Ez li bendê me, çi kar hebe amade me bikim."