Di bersiva YPG'ê de 3 çete hatin kuştin, nuqteyek hat paqijkirin
Di bersiva YPG'ê de 3 çete hatin kuştin, nuqteyek hat paqijkirin
Di bersiva YPG'ê de 3 çete hatin kuştin, nuqteyek hat paqijkirin
Çeteyên DAIŞ’ê ku şevê din hewl dan ji aliyê rojhilatê bajarê Kobanê ve êrîş bikin rastî bersiva şervanên YPG’ê hatin û êrîşa çeteyan hate şikandin.
Şevê din li rojhilatê bajarê Kobanê çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi çekên giran êrîş bikin, rastî bersiva tund a şervanên YPG’ê li taxa Kaniya Kurdan û bazara sebzeyê hatin.
Şervanên YPG’ê her wiha li kolana Şaredariyê jî li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de şervanan nuqteyek ji çeteyan vegerandin û 3 çete li vir hatin kuştin.
Li başûr û başûrrojavayê bajêr jî di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de pevçûn rû dan. Di encama van pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin.